Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin 2024-05-09 12:34:44   AMED - Di danişîna doza 20 rojnamegeran a li Amedê de biryara şertê kontrola edlî nehat rakirin.    Danişîna doza 20 rojnamegeran ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn binçavkirin û hinek jê demekî girtî man û piştre hatibûn tehliyekirin hat lidarxistin. Danişîna dozê ku rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Rojnameger Serdar Altan, Rohat Bulut, Mehmet Şahîn, Servet Yîgen, Kadîr Bayram, Elîf Ungor, Esmer Tunç, Bêrîvan Karatorak, Omer Çelîk û parêzerên wan Resûl Temur, Salih Tekîn, Serdar Çelebî, Rozerîn Şahîn, Emîn Ozhasar, Canan Atabay û Muhammed Tapanci di danişînê de amade bûn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), DÎSK BASIN-Îş, nûnerên Punto24’ê û gelek rojnamegeran jî doz şopandin.    Di danişînê de li parastina Bêrîvan Karatorak û Servet Yîgen ku îdianameya wan bi dosyayê re kiribûn yek hat guhdarîkirin. Rojnamegeran îfadeyên xwe yên li dozgeriyê dubare kirin.    AKBIYIK GOT ‘EZ NAS DIKIM’ DERHEQÊ ROJNAMEGER DE DOZ HAT VEKIRIN    Derket holê ku li ser îfadeya îtîrafkar Umît Akbiyik a “Ez Esmer Tunç nas dikim, li Produksiyona Pelê dixebite”, derheqê Tunç de jî îdianame hatiye amadekirin û bi dosyayê re kirine yekkirin. Tunç jî di parastina xwe de got ku Akbiyik nas nake û kameramana Pel Produksiyonê ye. Rojnameger Kadîr Bayram jî îfadeyên xwe dubare kir. Notirvanê şîrketê Hamît Akbal jî îdiayên di girteka polîsan de red kir û got aydê wî nînin.    Her wiha li îtîrafkar Akbiyik hate guhdarîkirin. Îtîrafkar Akbiyik bi SEGBÎS’ê tev li bû û got ku Zeynel Abîdîn Bulut, Mehmet Şahîn, Omer Çelîk, Serdar Altan, Kadîr Bayram û Esmer Tunç nas dike. Akbiyik îdia kir ku Pel Produksiyon li ser “fermana rêxistinê” weşana xwe dike, dema di xebatên Meclisa Ciwanan a HDP’ê de çûye produksiyonê, li wir Bayram û Tunç dîtiye û Bulut jî di bernameyên televîzyonê de nas dike.    Rojnamegeran jî îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û daxwaza beraeta xwe kirin.    DAXWAZA RAKIRINA KONTROLA EDLÎ HAT KIRIN    Parêzerê Resûl Temûr got ku îfadeya îtîrafkar îfadeyên bi sala ye ji bo çapemeniya kurd tên dayîn in û xwest esas neyên girtin. Temûr xwest ku malzemeyên hatine desteserkirin bên îadekirin, kontrola edlî bê rakirin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a Serdar Altan û Esmer Tunç bê rakirin. Parêzerên din jî heman daxwaz kirin.    Şandeya dadgehê biryar da ku îmzeya rojnameger Bêrîvan Karatorak were rakirin, qedexeya derketina derve ya rojnamegeran bidome û ji bo îadekirina malzemeyên hatine desteserkirin nivîsên pêwîst bên nivîsandin. Danişîn taloqî 19’ê mijdarê hate kirin.