Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan 2024-05-09 13:22:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Brezîlyayê ji ber barana zêde lêhî rabû û 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran bang li welatiyan kir ku venegerin li herêmên lêhiyê.    Li eyaleta Rio Grande do Sul ku hefteya derbasbûyî baraneke zêde bariya, gelek mal di bin avê de man. Rewşa li herêmê hîn jî cidî ye. Li gorî agahiyên dawî ya Parastina Sivîl hejmara qurbaniyan gihîşt 100 kesan. Her wiha 128 kes winda ne, 372 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku bîlançoya dawî dê girantit bibe.   Hat ragihandin ku zêdeyî 160 hezar kes neçar terikandina malên xwe bûn. Rayedaran ji şêniyên herêmê xwestin ku ji ber ava bilindbûyî rewş li herêmê hîn metirsyar e ji ber vê yekê jî xwest welatî venegerin li malên xwe. Berdevka Parastina Sivîl Sabrîna Rîbas jî daxuyaniyek da çapemeniyê û ev hişyariyê kir: "Ji ber ava qirêj dibe ku nexweşî belav bibe."   Paytexta herêmê Porto Alegre jî di nav de ba û bahozê bandora xwe li zêdetirî 400 bajarokan kir. Li gorî pisporan ev karesat ji germahiya global û fenomena El Nîno bandor bûye.