Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve 2024-05-09 13:23:20 ANTALYA - Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê Hatîce Can bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê da û wiha got: “Divê her kes bizane ku dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” de rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Firat Eren, Mehmet Çobaner, Mehmet Denîz, Medenî Kaya, Serhat Kaya, Yûsûf Çîçek û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Eren piştî îfadeya li emniyetê hate berdan û 7 kesên din hêj li Şaxa TEM’ê tên ragirtin.    Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê têkildarî binçavkirinan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me têk bibin” hate hilgirtin. Hevserokê Bajar Îhsan Nergîz di daxuyaniyê de axivî. Nergîz, bertek nîşanî binçavkirinan da û got ku îktîdar hewl dide xebatên wan ên siyasî “terorîze” bike. Nergîz, banga berdana binçavkiriyan kir.    BANG LI ÎKTÎDARÊ KIR   Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Hatîce Can metna hevpar xwend û wiha bertek nîşanî zext û binçavkirinan da: “Em ê dev ji mafê xwe yê siyaseta demokratîk bernedin. Her wiha em erişa li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê jî şermezar dikin. Em van êrişan baş nas dikin û mîna duh em ê îro jî paşvegavê neavêjin. Em ê ji têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa yek gavê paşveneavêjin. Banga me ya ji bo îktîdarê ev e; dev ji polîtîkayên zext û binçavkirinan berde. Guh bidin daxwazên demokratîk ên gelên Tirkiyeyê. Bizanin ku em ê bi ser kevin. Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve.”