Wênesaz Doganê beraet kir 2024-05-09 13:31:29   MÊRDÎN - Wênesaz Zehra Dogan di doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ku jinûve hate darizandin de beraet kir.    Wênesaz Zehra Dogan di dema rojnamegerî dikir de ji ber parvekirinên nûçeyên qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû binçavkirin û girtin. Dogan a bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin piştî 2 salan hatibû berdan. Danişîna doza Doganê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate lidarxistin.    Piştî ku rêya veguhestina hin cezayan a ji bo Dadgeha Bilind hate vekirin, parêzerên Doganê 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê hefsê yê li muwekîla wî hatibû birîn veguhest Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind ceza xera kir û biryar da ku doz jinûve bê lidarxistin. Di danişîna ewil a doza jinûve hate lidarxistin de Dogan amade nebû, parêzerê wê Emrah Akbûlût amade bû.    Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, bi hinceta “di qanûnê de weke sûc nehatiye sererastkirin’ xwest derbarê Dogan de biryara beraetê were dayîn.    Parêzerê Doganê Akbûlût jî diyar kir ku parvekirineke muwekîla wê ya ku bibe sedemê girtinê nîne û xwest muwekîla wê beraet bike.    Dadgehê jî daxwaza dozger û parêzer li ber çavan girt û derbarê Doganê de biryara beraetê da.