Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran 2024-05-09 13:40:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 216 rojên êrişên Îsraîlê de li Xezayê 34 hezar 904 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişên 24 saetên dawî yên li dijî Şirîda Xezayê de 60 filîstînî jiyana xwe ji dest dan, 110 filîstînî jî birîndar bûn.    Di êrişên Îsraîlê yên li Şirîda Xezayê de yên di 7’ê cotmeha 2023’yan dest pê kirine de hejmara miriyan derket 34 hezar û 904 kesan.    Wezareta Tenduristîyê ya Filîstînê bîlançoya êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezayê parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişên 24 saetên dawî yên Îsraîlê de 60 filîstînî jiyana xwe ji dest dan, 110 filîstîn jî birîndar bûn. Hat gotin ku di êrişên Îsraîlê yên di 7’ê cotmehê li Şirîdar Xezayê hatine destpêkirin heya niha de hejmara miriyan derket 34 hezar û 904 kesan, hejmara birîndaran jî derket 78 hezar û 514 kesan.    Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku cenazeyên gelek kesan di bin kavilan û rêxên riyan de mane, ji ber astengkirina hêzên Îsrîlê rayedarên ewlehiya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.