Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû 2024-05-09 14:52:25   AMED - Amedspor a di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de bû şampiyon dê bi tevlibûna gelek hunermendan merasîma kûpayê li dar bixe.    Amedspor a di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de bû şampiyan dê di 11’ê gulanê roja şemiyê saet 17.00’an de bernameya merasîma kûpayê li dar bixe. Li torena ku dê li Stadyûma Tahîr Elçî bê kirin de dê hunermend Xêro Ebas, Azad Bedran, Pervîn Çakar, Bajar, Helîm Omerî, Şiyar Berwarî, DJ Ramazan Karakaş û Jehrmar derkevin ser dikê.