Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin 2024-05-09 15:37:12   RIHA - Kekê Mehmet Begît, Halîl Begît ê piştî êrişa çekdarî ya li dijî Rêxistina DEM Partiyê ya Bêrecûkê hatibû binçavkirin, hate girtin.    Halîl Begît ê piştî êrişa çekdarî ya di 8’ê gulanê de li dijî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bêrecûk a Rihayê pêk hat, hatibû binçavkirin hate girtin.      Di êrişa ku saet 03.30’an de li dijî avahiya navçeyê ya li ser Cadeya Abdûlkadîr Erdîl a li Taxa Meydanê pêk hat de 14 gule bi avahiya navçeyê ketin. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê hate dimeşandin de kekê Mehmet Begît ê piştî ji DEM Partiyê weke Hevşaredarê Bêrecûkê hate hilbijartin îstîfa kir, Halîl Begît hate binçavkirin.    Begît ê piştî karûbarên wî yên li midûriyeta polîsan temam bûn, îro sewqî edliyeyê hate kirin. Dozgeriyê Begît bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir. Begît ê sewqî dadgehê hate kirin hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê.   Hate zanîn ku kekê Begît, Halîl Begît gef li rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê jî xwariye. Rêveberên navçeyê yên li ser WhatsApp’ê bi peyamê gef li wan hate xwarin derbarê Halîl Begît de serî li dozgeriyê dan û giliyê wî kirin.