ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN 2024-05-10 09:00:02   * Mamosteyên Kurdî-DER'ê ku di sala 2016'an de hat girtin niha amade ne ku li Navenda Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê perwerdehiyê bidin xwendekaran. Yek ji van mamosteyan Aydin Deniz diyar kir ku armanca wan ew e ku navendê veguherînin fêrgehêekê û wiha got: "Em dixwazin vê derê bikin fêrgeheke berfireh a zimanan."   * Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kurkçulerê dimînin, ji ber ku bi salan e ferzkirina "lêgerîna li hundirê dev" qebûl nakin, nikarin bên dermankirin. Prof. Dr. Ahmet Hîlal got: "Divê gihandina mafê tenduristiyê wekî cezayekirinekî cuda neyê bikaranîn."   * Hevberdevkê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Govercîn ku banga beşdariya li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê kir, bang ciwanan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet dakevin qadê.    * Dengbêj Halideyê diyar kir ku ew berdewamên têkoşîna Hozan Mîzgîn in û got: "Hebûna Hozan Mîzgîn, wê her tim di hunera kurdî de cih bigire û ji nifşên pêşerojê re bibe mînak."   * Anke Klavjer a ku bandor ji berxwedana kurdan girt û hat Amedê, got: "Min hinek jinên kurd nas kirin. Pir bihêz û afirîner in. Û têra xwe azad in. Gava ez li cem wan im, ez xwe pir bihêz û azad hîs dikim. Lewma min tesîr ji wan girt."   * Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li Girtîgehan di navbera salên 2021 û 2023’yan herî kêm berdana 384 girtiyan hate taloqkirin. Endama ÎHD’ê Nûray Çevîrmen destnîşan kir ku divê lijneya ku “mafê hêviyê” ji holê radike bê betalkirin.    * Li Îdirê danişîna ewil a doza destdirêjiya zarokê dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îdirê bê lidarxistin. (09.00)    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî biryarên MYK’ê li navenda giştî daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ   * Bernameya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya li Wanê dê bi daxuyaniyeke li ARSÎSA’yê bê eşkerekirin. (13.00)   * Xizmên girtiyan ên Edene, Mêrsîn, Wan û Mêrdînê bi daxwaza “Tecrîdê bi dawî bikin” daxuyaniyê bidin û çalakiya rûniştinê li dar bixin. (14.00) ZINDΠ   * Hewldana 78'an dê ji bo rojnameger Celal Başlangiç li Muzeya Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê merasîma bîranînê li dar bixe. (14.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.00)   * Koma muzîkê ya Rastakê jî di nav de dê bi tevlibûna gelek hunermendan li navçeya Peyasê ya Amedê konser bê lidarxistin. (20.00)