Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev' 2024-05-10 09:02:40   EDENE - Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kurkçulerê dimînin, ji ber ku bi salan e ferzkirina "lêgerîna nava dev" qebûl nakin, nikarin bên dermankirin. Prof. Dr. Ahmet Hîlal got: "Divê gihandina mafê tenduristiyê wekî cezayekirinekî cuda neyê bikaranîn."   Li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1 a Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 8 jê giran zêdeyî 30 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ji ber ku li dijî ferzkirina "lêgerîna nava dev" ya ku 3 sal in dewam dike radibin, nikarin mafên xwe yên tenduristiyê bi dest bixin. Serlêdanên li dijî vê rewşa ku li dijî peymanên navneteweyî ye tên kirin, encam nagirin.   Ji girtiyan Kemal Ozelmalî û Mazhar Guler di 8’ê Tebaxa 2022’yan de ji ber “lêgerîna nava dev" serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dabûn. Guler diyar kiribû ku nexweşîna Hepatît B pê re heye, di gurçikên wî de kîst hene, ji ber vê yekê divê 3-6 mehan carekê biçe nexweşxaneyê û di dema sewqa nexweşxaneyê de "lêgerîna nava dev" lê tê ferzkirin. Guler bilêv kir ku ji ber ku ew vê ferzkirinê qebûl nake zêdetirî salekê ye nikare biçe nexweşxaneyê.    Fermandariya Cendirmeyan a Edeneyê ji bo "lêgerîna nava dev" nêrîna xwe ragihand dozgeriyê. Fermandariyê parast ku ev ferzkirin ji bo "ewlehiyê" ye. Dozger jî biryara "neşopandinê" da.    Serokê Komeleya Pisporên Tiba Edlî (ATUD) Prof. Dr. Ahmet Hîlal li ser binpêkirina mafên tenduristiyê yên girtiyan axivî.    Hîlal anî ziman ku ji ber ferzkirina "lêgerîna nava dev" binpêkirina mafê dermankirina girtiyan binpêkirineke mafê jiyanê ye û got: "Îdareyên girtîgehan divê ji bo xwegihandina mafê tenduristiyê tevdîrên hêsan bigirin. Bijşkên li girtîgehan jî divê karê xwe bi awayekî serbixwe bikin. Divê gihandina mafê tenduristiyê wekî cezayekirinekî cuda neyê bikaranîn."   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen