Rejîma Îranê kolberek qetil kir 2024-05-10 09:31:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê kolberê bi navê Salar Ahmediyan qetil kir.    Hêzên girêdayî rejîma Îranê li ser ser sînorê Qendîlê kolber hedef girtin. Di êrişê de welatiyê bi navê Salar Ahmediyan ê 24 salî û ji gundê Nelasî yê bajarê Serdeştê hate qetlkirin.    Cenazeyê Ahmediyan ji bo radestî malbata wî were kirin rakirin nexweşxaneya Qeladizê ya girêdayî Îdareya Raperînê.    Di nava mehekê de rejîma Îranê herî kêm 5 kolber qetil kir.