Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin 2024-05-10 10:09:01 ENQERE - Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li Girtîgehan di navbera salên 2021 û 2023’yan herî kêm berdana 384 girtiyan hate taloqkirin. Endama ÎHD’ê Nûray Çevîrmen destnîşan kir ku divê lijneya ku “mafê hêviyê” ji holê radike bê betalkirin.    Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê ku ji çileya 2021’an ve li girtîgehan ketine meriyetê bi biryarên xwe yên çavdêriyê înfaza girtiyên ku divê bi şertê kontrola edlî bên berdan an 3 an jî 6 mehan taloq dike. Ev jî bi xwe re gelek mexdûriyetan tîne. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera salên 2021 û 2023’yan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate taloqkirin. Girtiyên ku di serlêdanên xwe yên li ser mijarê li ÎHD’ê kirin de dan zanîn ku lijne bi nêzîkatiyên siyasî nêzî wan dibe û “poşmantiyê” li wan ferz dike.    LIJNE WEKE DADGEHÊ TEVDIGERIN    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku hema bêje temamê mafê girtiyan dewrî Lijneyên Çavdêriyê û Îdarî hatine kirin. Çevîrmen, destnîşan kir ku taloqkirina berdanan yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li girtîgehan diqewimin e û got: “Di çarçoveya hin deman de bi periyodên 3 meh, 6 meh û 12 mehan berdan tên astengkirin. Bi taybetî berdana hemû girtiyên li Girtîgeha Karabukê salekê hate taloqkirin. Lê kesek li dadgehê tê darizandin, ceza digire û pişt re dikeve girtîgehê. Pişt re mudetnameyek tê dayîn û cezayê li wir hatiye birîn cezayê teqez e. Di mudetnameyê de tê nivîsîn ku kesek dê kengî di kîjan şert û mercan de were berdan. Lê ÎGK weke dadgehan tevdigerin.”   ‘BÊHIQÛQIYA DI NAV BÊHIQÛQIYÊ DE’    Çevîrmen, mînakên biryarên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên xwe têxin şûna dadgehan ên taloqkirina berdana girtiyan jî wiha parvekirin: “Mînak neqebûlkirina hevdîtina girtî ya bi meleyî re, bi psikolog re, negirtina pirtûkan a ji pirtûkxaneyê an jî xwendina zêde ya pirtûkan ji neberdana girtiyan re dikin hincet. Dîsa yek ji sedemên din jî tevlinebûna aktîvîteyên civakî tê nîşandan ku ev mijareke girîng e. Ji ber ku rêveberiyeke ku aktîvîteyên civakî nade kirin heye. Îdareya ku nahêle girtî vî mafê xwe bikarbînin, weke sedema neberdana girtiyan jî vê yekê têxe nava dosyayê. Di rastiyê de her çiqas rêveberî divê teqez hemû mafên di rêziknameyê an jî qanûnan de hatine naskirin bi cih bîne jî, bi cih naîne û dibe sedem ku girtî neyê berdan, ducaran binpêkirina mafan pêk bîne. Bêparhiştina kesekî ya ji azadiya xwe yek ji mezintirîn binpêkirina mafan e.”   ‘MAFÊ HÊVIYÊ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN’    Çevîrmen, bi lêv kir ku dêrûnasên di lijneyê de cih digirin di hevdîtinên bi girtiyan re bîrdozî nêz dibin û wiha berdewam kir: “Şûna ku dêrûnnas li gorî dêrûniya girtî pirsan bipirsin an jî di çarçoveya pêdiviya wan de pê re hevdîtinê bikin û çareseriyan hilberînin, pirsên bîrdozî dipirsin. Di pêvajoyên dawî de înfaza girtiyên sê cezayên hucreyê dixwin tê şewitandin. Bi vî awayî girtiyekî 36 sal ceza lê hatibe birîn neçar dimîne ku temamê cezayî di girtîgehê de temam bike. Di encamê de girtî bi her awayî rastî binpêkirina mafan tên û mafê wan ê hêviyê ji holê tê rakirin.”   ‘BILA LIJNE WERIN BETALKIRIN’    Çevîrmen, anî ziman ku bi awayekî bêhiqûqî poşmantî li girtiyan tê ferzkirin û da zanîn ku Lijneya Çavdêrî û Îdareyê pirsên “Em çekê bidin we hûn ê me bikujin? Derbarê rêxistinê de çi difikirin?” li girtiyekî kirine. Çevîrmen, bi lêv kir ku girtîgeheke din jî ji girtî re wiha gotiye “Heta ku hûn nebêjin ez poşman im hûn nayên berdan”. Çevîrmen, anî ziman ku aqlê dewletê bi rêya rêziknameyan ji hemû bêhiqûqiyên xwe re qilifekê peyda dike û destnîşan kir ku divê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li ser cezakirinê hatine avakirin teqez bên rakirin û betalkirin. Çevîrmen, anî ziman ku divê xebatên li ser vê bên meşandin.   JI SERLÊDANAN RE VEGEREK ÇÊNABE   Çevîrmen, bi lêv kir ku ji serlêdanên wan ên têkildarî serlêdanên girtiyan derbarê lijneyê de li wan dane re ji saziyên rayedar bersivek nehatiye dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî hema bêje ji girtîgehan vegerek qet çênabe. Dema me serî li Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) kir jî wiha tê gotin ‘divê girtî bi xwe serlêdanê bike’. Lê rewşeke wiha heye, name û daxwaznmaeyên girtiyan ên ji bo rakirina binpêkirinan ji saziyan re tên şandin ji xwe tên desteserkirin. Ji ber vê yekê daxwaza ‘divê mexdûr serlêdanê bike’ ne rast e.”   MA / Omer Gungor