Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye 2024-05-10 10:23:16   ERZÎNGAN - Parlamenterên DEM Partiyê yên li qada qezayê ya Licikê lêkolîn kirin gotin ku sedî bi sed paşguhkirin heye.    Di 13’ê sibatê de li Madena Zêr a Çoplerê ya navçeya Licik a Erzînganê hezaz çêbû û herî kêm 9 karker di bin axa bisiyanûr de man. Heta niha cenazeyên 4 karkeran hatine derxistin û 5 karker jî hêj di bin axê de ne. Ji bo lêkolînkirina karesata li Licikê ji her alî ve were lêkolînkirin, li Meclisê “Komîsyona Lêkolînkirina Qezaya Madenê ya Licikê” hate avakirin. Endamên komîsyonê di 7-8’ê gulanê de li Licikê lêkolîn kirin. Parlamenteran li Meclisê rayedarên Meclisê li rayedarên Wezareta Hawirdor û Guherîna Avhewayê, Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî, AFAD û DSÎ’yê guhdarî kir û piştî lêkolînên li Licikê dê li rayedarên Şîrketa Madenê ya Anagoldê guhdarî bike.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu û Omer Faruk Hulagu ku li Licikê lêkolîn kirin, çavdêriyên xwe bi ajansa me re parve kirin.    'RAYEDARÊN ŞÎRKETÊ ÇÛN DERVEYÎ WELAT’    Hulaku, da zanîn ku çûne serdana malbatên karkerên di bin hezazê de mane û wiha got: “Malbatan, têkildarî xetereyan rayedarên şîrketê hişyar kirine. Malbatan ji rayedarên şîrketê re gotine ku li qada madenê derizîn û tebiqîn heye. Malbatan gotin; ‘diviyabû wê rojê li wir nebûne. Em nizanin bê ka çima wê rojê li wir bûn.’ Her wiha malbatan navên rayedarên ku karker şandin wê qadê jî dan. Li gor agahiyên ber destê me, ev rayedar çûne derveyî welat. Weke komîsyonê em ê daxwaz bikin ku ew kes bên îadekirin.”    'WEZARET QISÛRÊ QEBÛL NAKIN’   Bi domdarî Hulaku diyar kir ku li gorî tespîta wan a ewil karesat ji ber barê zêde çêbûye û wiha pê de çû: “Dikariyan heta faza 4’emîn bar bikirana lê ketine faza 5’emîn. Dema bar zêde giran dibe jî rê li ber hezazê vedike. Gelemperiya wê ji du milan ve zeliye. Li Licikê ji sedî sed paşguhkirin heye. Tevî ku derizîn hebûn jî tevdîr nehatine girtin. Tu wezaretên me li komîsyonê lê guhdarî kirî qisûra xwe qebûl nekirin. Hefteya pêş jî em ê li rayedarên şîrketê guhdarî bikin. Ji bo dîtina karkeran xebateke bi hûr û kûr tê kirin. Lêgerîneke hesas tê kirin. Hêj kemçeyê ax negirtî careke din tê kontrolkirin. Beriya her kemçeyê du caran lêgerîn tê kirin.”    'MALBAT DIXWAZIN BERPIRSYAR BÊN DARIZANDIN’    Parlamenter Ayten Kordu jî diyar kir ku Madena Zêr a Çoplerê pir mezin e û wiha domand: “Ji ber lêgerîna madenê hatiye talankirin. Daxwaza sereke ya malbatan ew e ku berpirsyar bên darizandin. Rêvebirina komîsyonê zêdetir li ser nîqaşên bê ka madenvanî çawa dikare bê karesat û bê qeza bên domandin disekine. Pirsgirêka esasî, depokirina bêperwa û madenvanî ye. Di madenvaniya siyanûrê de bi tonan av û ax tê bikaranîn. Gelek rêxistinên civaka sivîl li dijî siyanûrê hişyariya karesatê kirin. Ev qeza eşkere eşkere hat.”    'WEZARETA ENERJÎ Û AVHEWAYÊ JÎ BERPIRSYAR E’   Kordu, bi lêv kir ku dema pirs ji wezaretan dikirin kesên rayedar bersiv ji hev du re hiştine û axaftna xwe wiha qedand: “Bersiva pirsa muxatabê vî karî kî ye nayê dayîn. Gelek pirs bêbersiv tên hiştin. Divê komîsyon vê karesatê ji her alî ve raxe ber çavan. Me got ku Wezareta Enerjî û Avhewayê ya rapora ÇED’ê dayî jî berpirsyar e. Mîna li Soma û Amasyayê, dewlet hewl dide berpirsyartiyê li ser xwe biavêje. Madenvaniya Anagoldê bi çavsoriya qezencê pir bi ser kapasîteyê re xebat meşandiye. Komîsyon zêdetir xebatên teknîkî û meslekî dimeşîne. Lê aliyekê wê jî siyasî û polîtîk e. Ev mêtingehkirina mirov û xwezayê ye. Divê ev zîhniyet biguhere.    Divê qadên madenan bên betalkirin û qanûnên madenê bên guherandin. Piştî rûxsetê, Madenvaniya Anagoldê bi gundî û karkeran re peyman mohr kiriye. Piştî betalkirina peymanê jî îadeyeke zêde heye. Şîrketê polîtîkaya îktîdarê ya ‘ji ewil bêkar bihêle, bi birçîtiyê terbiye bike û piştre girêdayî xwe bike’ meşandiye. Em ê li Şîrketa Anagolê, rêxistinên civaka sivîl, saziyan û pisporên zanîngehan guhdarî bikin. Em ê daxwaz bikin ku li TTB, TMMOB û Sendîkaya Bagimsiz Maden Îşê jî were guhdarîkirin.”    MA / Mujdat Can