Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin 2024-05-10 10:44:25   WAN - Bi daxwaza girtina Ziya Turk ê ku li Wanê hevşaredar, rêxistinên civaka sivîl, kes, midûr û serokên daîreyan hedef nîşan da û ji qeyûman bi milyonan lîre standibû were girtin, serlêdana sûc hate kirin. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku Turk tavilê were girtin û mal û milkê wî were lêkolînkirin.    Derheqê xwediyê malpera înternetê ya Van Postasiyê Ziya Turk ê ku li Wanê hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên civaka sivîl, şexs, midûr û serokên daîreyan hedef girtî û piştre derket holê ku ji 4 şaredariyêan zêdetirî 3 milyon TL qezenc kiriye de serlêdana sûc hate kirin.    Şaredariyan, hevşaredaran, serokên daîreyan, midûran û kesên hedef hatine nîşandan bi sedemên “heqaret”, “Îftîra”, “Agahiyên şexsî bêyî destûr parve kiriye”, “Yekser parvekirina agahiyên xelet a di nava gel de” û “Qezenca ne rewa” derheqê Turk de serlêdana sûc kirin. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derheqê Turk de tavilê biryara girtinê were dayîn, mal û milkê wî were lêkolînkirin û qezenca wî ya nerewa jê were standin.    DAXWAZA GIRTINA WÎ HATE KIRIN   Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Ji ber ku di bûyereke şênber de tişta ku gumanbar li dijî şexsan kirî neguhere, divê were qebûlkirin ku gumana sûc a xurt heye. Her wiha ji ber ku dê bi dehan kes giliyê wî bikin, gumana reva wî heye. Lewma em dixwazin derheqê vî kesî de biryara girtinê were dayîn.” Hat destnîşankirin ku heta niha 17 kesan serlêdana sûc kiriye û dê di nava rojê de hevşaredar û saziyên din jî derheqê Turk de li dozgeriyê serlêdana sûc bikin.    JI QEYÛMAN HAT XWESTIN KU DAXUYANIYÊ BIDIN    Piştî nûçeya ajansa me ya duh a bi sernavê “‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike” gelek rojnameger, nûnerên saziyên civaka sivîl û derdorên cuda bang li qeyûman kirin ku derheqê mijarê de daxuyaniyê bidin. Hat zanîn ku di vê mijarê de ji parlamenterên AKP’ê û Navenda Giştî ya AKP’ê jî gilî hatine şandin û hatiye xwestin ku tişta pêwîst were kirin. Ziya Turk ê ji duh ve li ser medyaya civakî rastî bertekên tund tê, hesabên xwe da sekinandin.