Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar 2024-05-10 11:24:29   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ruştu Tîryakî têkildarî îdiayên “karker ji kar tên avêtin” wiha got: “Qeyûm tu kes ji wan li gorî pêdiviyê negirtine kar. Bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê li gorî têkiliyên siyasî girtine kar.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek kesên ku di serdema qeyûman de di mehên dawî de li şaredariyên ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi dest xistin, ne li gorî ûsûlê girtine kar, ji kar derxistin.   Rêveberiyên DEM Partiyê tespîtkirin ku kesên dawî li karê wan anîne bêyî ku bên kar mûçe wergirtine û gelek ji wan ji rêveberên AKP’ê û MHP’ê pêk dihatin. Piştî vê rewşê komên alîgirên desthilatê û medyaya alîgir bi nûçeyên serenavê “DEM Partî karkeran ji kar derdixe” û “Şaredarî bi terorîstan tên tejîkirin” şaredarî hedef girtin.    TIRYAKÎ: YEK JI WAN JÎ DI ÇARÇOVEYA PÊDIVIYÊ DE NEHATIYE WERGIRTIN    Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Ruştu Tiryakî têkildarî derxistina kar û vê yekê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Tiryakî, bal kişand ku wergirtina kar a ji aliyê qeyûman ve li gorî pîvanên objektif nehatiye kirin û wiha got: “Di nava karkerên ji kar hatine derxistin de kesekî bi tenê nîne ku karibe bêje, ‘Em bi ezmûnekê ketin wê derê, bi nirxandinên objektîf em ketin wê derê’. Yek ji wan di çarçoveya pêdiviyê de nehatiye wergirtin, ez dizanim ku mulakat jî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê tu rewabûneke civakî ya vê daxwazê nîne. Gelê me jî di ferqa vê yekê de ye.”   ‘EM BI RÊBAZÊN OBJEKTÎF PERSONELAN DIGIRIN’    Tiryakî, da zanîn ku biryara yekîneya rêveberiya herêmî ya partiyê ye ku demeke kurt beriya hilbijartinê kesên ji aliyê qeyûman ve ne li gorî ûsûlê hatine wezîfedarkirin ji kar werin derxistin. Tiryakî, anî ziman ku partiya wan ji “kevneşopiyeke ku ji derxistina kar hez dike” nayê û bi lêv kir ku kesên ji kar hatine derxistin ne li gorî pêdiviyê li gorî têkiliyên siyasal hatine wergirtin. Tîryakî, îşaret bi polîtîkayên wergirtina karkeran a partiya xwe kir û wiha berdewam kir: “Em serlêdanên kesên ku şert û mercên pêwîst ên kar bi cih tînin digirin û bi pergala peşkê re bi rêbazên herî objektîk personelan digirin. Ji berê ve wiha bûye. Lê xespkirina şaredariyan û rêveberina bi pergala qeyûman têra AKP’ê nekiriye, li cihên ku zaniye dê hilbijartinê winda bike bi hezaran karker ne li gorî ûsûlê li gorî têkiliyên xwe yên siyasal ên derdorê wergirtine kar.”   ‘DI DEMEKÎ KURT BERIYA HILBIJARTINÊ KARKER GIRTINE’    Tîryakî, bi bîr xist ku demekî kurt beriya hilbijartinê karker wergirtine kar û wiha lê zêde kir: “Tevî vê  yekê ji şaredariyan were xwestin ku bi van kesan berdewam bikin ji gel re bêrêziyeke mezin e. Ev polîtîkayên plankirî yên ji aliyê AKP’ê û qeyûman ve ji bo me û gelê me bînin hemberî hev tên meşandinin. Lê ne li Wanê ne jî li cihekî din kesên demekî dirêj in li ser karê xwe ne nehatine derxistin, tenê kesên ku bêyî pêdivî hebe di nava çend mehan de hatine wergirtin ji kar hatine derxistin. Her wiha şaredariyên me ji wan kesan û malbatan re ragihandiye ku dema hewcehî bi wergirtina karkeran çêbibe dê van kesan binirxînin.”   ‘NAVNÎŞANA ŞAREDARIYÊ JÎ NIZANIN’    Tiryakî, diyar kir ku kesên beriya hilbijartinê demekî kurt wergirtine kar, li şaredariyê nexebitîne û anî ziman ku hin ji van kesan navnîşana şaredariyê jî nizanin. Tiryakî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku di nava wan de kesên pêdiviya wan bi vî karî hebe jî hebin. Lê yên ku ev neheqiye li wan kirine ne em in. Qeyûmên ku AKP’ê peywîrdarkirine û vîna gel tune hesibandine ne. Heke kesekî ku bertekê nîşan bidin hebe ew jî qeyûm in.”   KESÊN BI KHK’Ê JI KAR DERXISTIN BI BÎR XIST   Tiryakî, destnîşan kir ku heke AKP’ê hilbijartin qezenc kiribûya jî qeyûman bi kesên ji kar hatine derxistin re berdewam nedikirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke AKP û medyaya nêzî wê difikire ku divê bi nanê kedkaran neyê lîstin bila li sed hezaran mirovên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar derxistine, ji akademîsyenên bêpirs û pirsyar bigirin heta bijîjk û mamosteyên ji kar derxistine binêre. Belê li vî welatî yek dijminê karkeran hebe ew jî desthilata siyasî bi xwe ye. Dijminên karker û kedkaran ên esas ew bi xwe ne. Yên ku mirov bê pêşeroj û bêewlehî hiştin ew in.”   MA / Firat Can Arslan