Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin 2024-05-10 12:09:07   ŞIRNEX - Ji welatiyê bi navê Îsmet Bîlîr ê ji bo komkirina gihayan çûbû herêma Behra Hincê 4 roj bûn agahî nedihatin girtin. Cenazeyê Bîlîr hate dîtin.    Welatiyê bi navê Îsmet Bîlîr ê li gundê Navyan ê Şirnexê dijiya, 4 roj berê ji komkirina gihayan çû herêma Behra Hincê ya Çiyayê Herekolê. Lê Bîlîr venegeriya û malbata wî jî agahî da cendirmeyan. Komeke di bin koordîneya Fermandariya Cendirmeyan a Guneyçamê dest bi xebatên lêgerînê kirin. Di encama xebatan de komê çente û gopalê Bîlîr dîtin.    Di saetên serê sibehê de gundî jî tev li xebatên lêgerînê bûn û cenazeyê Bîlîr li quntarê Çiyayê Herekolê hate dîtin. Sedema mirina Bîlîr dê piştî otopsiyê diyar bibe.    Cenazeyê Bîlîr ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.