Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin 2024-05-10 12:27:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind cezayê bi îdiaya “bi awayekî aşkere agahiyên ne rast di nava gel de belav kiriye” cara ewil li rojnamevan Sînan Aygul hatibû birîn xera kir.    Rojnamevan Sînan Aygul, bi hinceta parvekirinên wî yên medyaya dîjîtal ên têkildarî êrişa zayendî ya li dijî zarokekê di 14’ê kanûna 2022’yan de hate girtin. Aygul, li ser îtîraza parêzerên xwe di 22’yê kanûna 2022’yan de hate berdan. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Tetwanê di 28’ê sibata 2023’yan de 10 meh cezayê hefsê li Aygul birî.    Aygul û parêzerên wî têkildarî biryarê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Wanê (Dadgeha Îstînafê) da, serlêdana wan di 26’ê gulana 2023’yan hate redkirin. Parêzerên Yekeya Hiqûqê ya MLSA’yê ku parezeriya Aygul girtin ser xwe û parêzerê Aygul biryara dadgeha îstînafê birin temyîzê.   8’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind a serlêdana temyîzê lêkolîn kir, di dozên ku bi sûcê “bi awayekî aşkere agahiyên ne rast di nava gel de belav kiriye” ya bi navê “Qanûna Sansurê” tê binavkirin û di xala 217/A ya Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) de hatiye sererastkirin hatine vekirin de biryareke emsal da. Dadgeha Bilind bi yek dengî biryar da ku hukmê 2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê derbarê Aygul de daye were xerabkirin. Di biryarê de cih dan hinceta pêşnûme qanûna têkildarî xala 217/A ya TCK’ê pêşkeşî Meclisê hatiye kirin.