Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin 2024-05-10 15:34:25   ÊLIH - Baroya Êlihê li bûlwara zaroka 16 salî Belînay Berfîn Gonenç di qezayê de jiyana xwe ji dest dayî daxuyanî da û xwest ji bo pêşîlêgirtina mirinan tevdîr bên girtin.    Di şeva 23’yê nîsanê de li Bûlwara Demokrasiyê ya li Taxa Gultepe ya Êlihê otomobîla ji hêla Muslum C. ê 38 salî ve dihat ajotin li zaroka 15 salî Zelal S. a 15 salî, Belînay Berfîn Gonenç a 16 salî, Elîf E. a 15 salî û Delal Asya S. a 8 mehî ku dixwestin derbasî aliyê din bibin xist. Di qezayê de Gonenç bi giranî birîndar bû û di 8’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha li heman cihî dema Songul Şengul hewl da zarokên xwe yên 2 û 3 salî yên di wesayîta zarokan de ji lêdana wesayîtê xelas bike jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Baroya Êlihê û endamên wê li cihê qezayê daxuyanî dan. Parêzerên ku ji Parka Saglikli Yaşamê bi cubeyên xwe heta pêşiya Petrol City AVM’ê meşiyan, li vir daxuyanî dan.    BI SALA YE HEMAN PIRSGIRÊK TÊ JIYÎN   Serokê Baroyê Erkan Şenses got ku cubeyên xwe ne tenê li eywanên dadgehan ji bo lêgerîna edaletê li xwe dikin. Şenses, wiha domand: “Tu mijarên mirov û civakê eleqedar dikin derveyî venêrîna edaletê nînin. Dema ronahiya sor vêdiket erebe derbas bûye lewma mirov nikare vê bûyerê weke qezayê pênase bike. Li vê derê di demên berê de jî qeza çêbûn û mirovan jiyana xwe ji dest dan.”    Bi domdarî Şenses mirina Şengul bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Piştî qezayê hat gotin ku dê li bihûroka jorîn asansorê çêbikin lê rêveberên bajar tu xebat nekirin. Li şûna vê lambayên trafîkê û payarê tercîh kirin. Lê bi encamekî dilêş eşkere ye ku vê tevdîrê rê li ber qezayan negirtiye. Divê tevdîrên pêwîst bên çêkirin û payarê li gorî standartên navneteweyî bên çêkirin. Em dixwazin di demekî herî kin de tevdîrên pêwîst bên girtin.”