Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin 2024-05-10 16:10:30   ÎDIR - Danişîna doza 6 bersûcên bi rêya şantaj û gefxwarinê bi mehan destdirêjî li zarokekê kirin hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya bersûcên girtî bidome û danişîn taloq kir.    Kesên bi navên Ferhat Angay, Onur Begeç, Vedat Gîden, Boran Yildiz, Mûrat Altûn û Alîcan Begeç sala part ji ber ku bi rêya şantaj û gefxwarinê bi mehan zarokek tecawiz kiribûn, doz lê hatibûn vekirin. Danişîna ewil a dozê ku bersûc bi sûcê “îstîsmarkirina zayendî ya biwesf a li dijî zarokê” tên darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îdirê hate lidarxistin. Bersûcên girtî Onur Begeç, Alîcan Begeç, Vedat Gîden û Mûrat Altûn, bersûcê negirtî tê darizandin Ferhat Angay û parêzer û malbata zarokê di danişînê de amade bûn. Zarok, li bajarê tê parastin bi pedagogekî û bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Her wiha Komîsyona Jin û Zarokan a ÎHD’ê û OHD jî danişîn şopandin.    Rojnamegerên dixwestin dozê bişopînin û xizmên zarokê negirtin eywanê.    ZAROKÊ GILÎ KIR   Danişîn piştî tespîtkirina nasmayena dest pê kir. Piştre jî biryara girtina bersûcê firarî Boran Yildiz hate dayîn. Piştre jî mafê axaftinê dan zarokê. Zarokê got ku îfadeya xwe ya li dozgeriyê dubare dike û giliyê hemû bersûcan kir.    Bersûcan jî piştre parastina xwe kirin û îfadeyên xwe yên di qonaxa ewil a dosyayê de dubare kirin û tawanbarî red kirin. Bersûcên girtî daxwaza berdana xwe kirin.    Li kekê zarokê jî weke şahid hate guhdarîkirin. Kekê zarokê bûyerên qewimîn bi bîr xist û giliyê bersûcan kir.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dadgehê ji ewil navber da û piştre biryar da ku li şahidên nû were guhdarîkirin, kontrola edlî ya têkildarî Ferhat Angay bidome û rewşa girtî ya hemû bersûcan jî bidome. Şandeyê danişîna dozê taloqî 12’ê hezîranê kir.