Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin 2024-05-10 16:19:03   WAN - Li Wanê têkildarî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê 8 rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ve çalakî û aktîvîteyên bi awayekî hevpar bên lidarxistin hatin aşkerekirin.    8 rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê hatin bahev, têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û bernameya aktîvîte û çalakiyên ku dê di navbera 12 û 19’ê gulanê de li dar bixin ji rayagiştî re parve kirin.   Daxuyaniya di pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Çand, Huner û Ziman (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma Ked û Demokrasiyê de hate kirin li avahiya ARSÎSA’yê pêk hat. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn pankarta “Herdem kurdî, her der kurdî” hate daliqandin.  Dil, Kültür ve Sanat Araştırmaları Derneği (ARSİSA), Destar Dergisi,  Tevgera Jinên Azad (TJA), Hakların Eşitlik ve Demokrasi Partisi (DEM Parti), Demokratik Bölgeler Partisi (DBP), Hakların Demokratik Partisi (HDP), İnsan Hakları Derneği (İHD), Emek ve Demokrasi Platformu öncülüğünde yapılan açıklama ARSİSA binasında gerçekleşirken, açıklamanın yapıldığı salona, "Herdem Kûrdî, her der Kûrdî" pankartı asıldı.   ‘KURDÎ DI BIN DORPÊÇA POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ DE YE’   Rêveberê ARSÎSA’yê Şevket Acar ê di daxuyaniyê de axivî, qala polîtîkayên pişaftinê yên li dijî ziman kir û cejna gelê kurd pîroz kir. Acar, bi lêv kir ku bi salan e li dijî kurdî polîtîkayên pişaftinê di dewrê de ne û got: “Heta hin serdeman kurdî hate qedexekirin û li kesên diaxivîn ceza dihate birîn. Tu caran kurdî nebûye zimanê fermî û perwerdehiyê. Di sedsala 21’an de jî polîtîkayên pişaftinê yên li dijî kurdî berdewam dikin. Kurdên li derveyî Kurdistanê dijîn, ji bo bi kurdî diaxivin rastî êrişan tên. Parlamenterên li Meclisê dema peyveke kurdî axivîn, mîkrofonên wan tên girtin. Çima li dijî kurdan ev qas polîtîkayên qirêj tên meşandin? Ji ber ku dema serdest dixwazin gelekê ji holê rakin êrişî zimanê wan ê dayikê dikin. Zimanek nasname û hebûna gelekî ye. Dixwazin kurdan ji holê rakin.”   Acar, diyar kir ku gelê kurd li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî pêk tên li ber xwe dide û ev tişt gotin: “Em banga xwe careke din dubare dikin; Em polîtîkayên qirêj ên li ser zimanê kurdî şermezar dikin û qebûl nakin. Destê xwe ji zimanê kurdî bikişînin. Her çiqas li dijî kurdî polîtîkayên qirêj bên meşandin jî kurdî bi têkoşînê hat heta van rojan. Zimanê kurdî ji aliyê Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan û Baba Tahirê Ûryan ve emanetî gelê kurd hatiye kirin. Weke şopdarên van nirxan em ê bi parastina zimanê xwe bi pêş ve biçin.”   Piştî axaftina Acar, bernameya çalakî û aktîveteyên ku dê di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Wanê bên lidarxistin hate aşkerekirin.    Bernameya 15’ê Gulanê wiha ye;    “* 12’ê gulanê: li Mîksê dê serdana gora Feqiyê Teyran bê kirin û daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.      * 13’ê gulanê: Li Parka hunerê bi pêşengiya jinan daxuyaniya çapemeniyê dê bê dayîn.      * 13’ê gulanê: Li Navenda Çanda Nûdayê dê şeva dengbêjan bê lidarxistin.      * 14’ê gulanê: Dayikên Aştiyê dê bên ziyaretkirin.     * 14’ê gulanê: Li ŞanoWanê dê belgeya mezûniyetê ya xwendekarên ARSÎSA’yê bê dayîn û aktîvîteya stran û helbestan bê lidarxistin.     * 15’ê gulanê: Di pêşengtiya jinan de dê li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî û meş bê lidarxistin.     * 15’ê gulanê: Li BASK-DER’ê dê şahiya ciwanan were lidarxistin.     * 16’ê gulanê: Li Navenda Çanda Nûdayê dê şahî û pêşbirk bê lidarxistin.     * 19’ê gulanê: li ARSÎSA’ye dê ji bo nivîskar Sîdar Jîr roja îmzeyê û gotûbêjê were lidarxistin.    * 25’ê gulanê : Li Erdîşê dê mitîng were lidarxistin.”