Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye! 2024-05-11 09:03:21   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî ku biçe di bin navê "lêçûnên temsîl û ezimandinê" de bi 769 hezar TL'yan çerez, çîqolata û tiştên vexwarinê kiriye. Bi giştî 267 kîlo çerez hatiye kirîn.    Texrîbatên qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yek bi yek derdikevin holê. Hevşaredar Serra Bûcak û Dogan Hatûn, demek berê ragihandibûn ku deynê giştî yê şaredariyê 3 milyar û 345 milyon TL ye.    Xebatên der barê tespîtkirina deynan de didomin. Derket holê ku qeyûm di bin navê "temsîl, ezimandin, merasîm, fûar û organîzasyonê" de bi sedhezaran TL pere xerc kiriye. Rêveberiya qeyûm, di meha Çileyê de ji bo "temsîl, ezimandin, merasîm, fûar û organîzasyonê" 250 hezar û 26,32 quriş pere xerc kiriye.   267 KÎLO ÇEREZ   Tiştên qeyûm kirîne ev in: 15 kîlo gûz, 18 kîlo kajû, 3 pakêt çîkolata, 10 qolanya (400 ml), 25 kîlo qehweya tirkan, 15 pakêt Nescafe Gold, 18 kîlo şekir (ên 5 kîlo), 20 pakêt çay, 5 kîlo kremaya qehweyê, 20 kîlo qehweya dîbekê, 18 kîlo behîv, 20 kîlo fistiq, 35 kîlo çaya Çaykûrê, 15 kîlo loqim, 20 kîlo qehweya qizwanan, 850 şûşe ava fêkiyan, hezar û 500 heb soda, 60 pakêt çaya nebatan û 20 pakêt peçeteyên luks.    Heman tişt di meha Sibat û Adarê de jî hatine stendin. Di meha Sibatê de bi 250 hezar û 586 TL û 85 quriş; di meha Adarê de jî bi 267 hezar û 265 TL û 49 qurişan mersf hatiye kirin. Bi vî awayî ji bo çerez, çîkolata û tiştên vexwarinê 769 hezar û 876 hTL û 66 quriş hatiye xerckirin.    MA / Mujdat Can