Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin 2024-05-11 09:04:14 AMED - Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz ku got "Diviyabû me îro behsa azadiya Abdullah Ocalan bikira, lê hê jî em behsa tecrîdê dikin" xwest xwedî li çalakiyan bê derketin.  Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 38 meh in di bin tecrîda girankirî de ne tu agahî nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtina malbatan û parêzeran jî an nayên bersivandin an jî tên redkirin. Herî dawî derket holê ku di 28'ê Adarê de bii hinceta "cezayê dîsîplînê" 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê re hatiye birîn.   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz der barê tecrîda li Îmraliyê de axivî.    Gurbuz diyar kir ku li Îmraliyê û girtîgehên din tecrîdeke giran heye û got: “Tecrîd li tevahiya welat belav bûye. Hemû gelên Tirkiyeyê bi taybetî jî kurd di bin tecrîdeke giran de ne. Îro hemû Tirkiye bûye Îmralî. Divê gel vê bizane û li gorî vê yekê yekîtiya xwe pêk bîne. Ji bo şikandina tecrîdê divê dengê xwe bilind bike."   'CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ'   Gurbuz diyar kir ku heta bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neyê şer bi dawî nabe û got: “Di demên dawî de hat hînkırın ku bi hinceta cezayê dîsîplînê 3 mehan cezayö ‘qedexeya hevdîtina malbatê’ hatıye dayin. Ev, bahan e ye ji bo tecrîdê. Tecrîd çi qas bê kûrkirin, şer jî ew qasî dijwar dibe. Ji bo bidawîbûna vê jî divê tecrîd i dawî bibe û hevdîtin pêk bên. Ev polîtîka, 30 sal in tê pêkanîn. Îro diviyabû em behsa azadiya Abdullah Ocalan bikin, lê em hê jî behsa tecrîdê dikin."    ‘YÊN TÊN TECRÎDKIRIN TENÊ NE KURD IN'   Gurbuz bal kişand ser çalakiya "Bibe dengê azadiyê" ya di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de ji aliyê xizmên girtiyan ve hat destpêkirin û got ku divê ev deng bê bilindkirin. Gurbuz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê piştgiriya çalakiyan bê kirin. Muxatabê hevdîtinên aştiyê Abdullah Ocalan e. Tenê ne kurd divê hemû derdorên muxalif û demokrasîxwaz jî deng derxin. Çimkî yên tên tecrîdkirin tenê ne kurd in."    MA / Mujdat Can