Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye 2024-05-11 09:07:14 STENBOL - Alîkarê Dîrektorê IPI'yê Scott Grîffen diyar kir ku desthilat çapemeniya kurd hedef girtiye û xwest ku 3 rojnamegerên di 26'ê Nîsanê de hatin girtin demildest bên berdan.   Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Fransayê ye, diyar dike ku li Tirkiyeyê rewşa rojnamegeriyê pir xirab e. Li gorî rapora RSF'yê ya sala 2023'yan, li Tirkiyeyê ji sedî 90'ê saziyên çapemeniya neteweyî di bin kontrola desthilatê de ne. Ev rewş, careke din bandor û sansura tund a desthilatê ya li ser çapemeniyê dide ber çavan. Her wiha di raporê de îşaret bi zextên desthilatê tên li ser rojnamegeran, binçavkirin û girtinên kêfî jî tê kirin.    Herî dawî 9 rojnamegerên Çapemeniya Azad di 23'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna bi navenda xwe Stenbol de hatibûn binçavkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat ên hatin binçavkirin, di 26'ê Nîsanê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.   Alîkarê Dîrektorê Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (ÎPI) Scott Griffen têkildarî girtina rojnamegeran de ji ajansa me re axivî.    ‘DESTHILATA ÇAPEMENIYA AZAD HEDEF DIGIRE'   Grîffen anî ziman ku desthilat di salên dawî de çapemeniya kurd hedef girtiye û bi bîr xist ku ji ber îdiayên tên kirin ne sûc in rojnameger di danişîna ewil de tên berdan. Girffen ku binçavkirin û girtinên li hemberî rojnamegeran wekî "tacîza darazê" nirxand, binçavkirin û girtinên beriya hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê yên li hemberî Çapemeniya Azad bi bîr xist. Griffen got: “Tenê beriya hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên Gulana 2023’yan, 10 rojnamegerên kurd hatin girtin. Ger em paşde vegerin, tenê di sala 2022’yan de herî kêm 25 rojnamegerên kurd hatin girtin. Li gor daneyên Mudaxileya Lezgîn a Azadiya Çapemeniyê (MFRR) ji sala 2022’yan û vir ve 118 rojnamegerên kurd, xebatkarên çapemeniyê hedef hatine girtin. Ev bi piranî bi girtin û cezayê hepsê bi dawî bûne."    ‘ROJNAMEVANAN SERBEST BERDIN'   Grîffen anî ziman ku piştî hilbijartinan jî zext û gefên sîstematîk ên li hemberî rojnamegeran domandine û got ku di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de çapemeniya kurd dîsa bûye hedefa desthilatê. Grîffen bal kişand ser Qanûna Çapemeniyê û Destûra Bingehîn a li Tirkiyeyê di meriyetê de ye û xwest ku rojnamegerên girtî bên berdan. Grîffen wiha got: “Em daxwaz dikin ku hemû rojnameger li gorî Qanûna Çapemeniyê û Destûra Bingehîn bên parastin. Divê Erdogan Alayûmat, Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal demildest bên berdan."   MA / Ferdî Bayram