Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2024-05-11 10:43:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama lêdana wesayîtên leşker û polîsan de di nava 16 salan de herî kêm 25 zarokan jiyana xwe ji dest da. Di piranî dozên têkildarî kuştinan hatin vekirin de faîl bi necezakirinê hatin xelatkirin.    Li Amedê di 6’ê gulanê de polîsên bimotosîklet li Gultekîn Ozturk ê xwest derbasiyê aliyê din ê rê bibe da û Ozturk jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Ozturk re çavan careke din berê xwe dan qezayên ku leşker û polîs bi wesayîtên zirxî an jî sivîl di van salên dawî de tev li bûne û mirinên di qezayan de çêbûne. Têkildarî bûyerên ku faîl leşker an jî polîsîn de daneyeke zelal nîne. Daneyên herî saxlem jî aydê Komeleya Zarokan a Rojevê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevaniyê ya ji bo Mazlûman û Mafên Mirovan (MAZLÛM-DER), Navendên Bîrê û Weqfa Baran Tûrsûn in.   Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Amedê di 8’ê hezîrana 2023’yan de weşand; di 15 salên dawî de di bûyerên lêdanê ku wesayîtên leşker û polîs bikartînin tevlibûne de 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 21 zarok in. Dîsa 23 jê zarok 94 kes jî birîndar bûne.    Li gorî parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû jî tenê di nava 3-4 salan de hejmara zarokên di encama lêdana wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dane 37 in. Tanrikûlû, di daxuyaniya xwe 6’ê îlona 2021’an de wiha got: “Li Amed, Şirnex, Wan û Mêrdînê 37 zarokan di encama lêdana wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dan.”   Li gorî daneyên ku me ji raporên rêxistinên sivîl berhev kirine û nûçeyên ku di organên cuda yên çapemeniyê de hatine weşandin, ji sala 2008’an heta 9’ê gulana 2024’an bi wesayîtên ku leşker û polîsan diajotin herî kêm 25 zarok mirine.   Polîs û leşkerên ku bi wesayîtên zirxî bûne sedema mirinên zarokan an nehatine darizandin an jî di dozên hatin darizandin de kêm ceza lê hatin birîn û hatin beraetkirin. Hewldanên têkildarî dozên biryara necezarkirinê hatin dayîn jî bêencam man.     Mînaka vê ya dawî ew bû ku li polîsê li navçeya Silopiya ya Şirnexê Fûrkan û Muhammed Yildirim perçiqandin 19 hezar lîre cezayê pere hate birîn. Dîsa li navçeya Gever a Colemêrgê doza piştî 8 mehan li çawişê pispor A.K.P. yê bû sedema mirina Erdem Aşkan ê 5 salî û bi şertê kontrola edlî hate berdan polîtîkaya necezakirinê raxist ber çavan.   MIRINÊN ZAROKAN    Ji sala 2008’an ve hin bûyerên qewimîn wiha ne:    16’ê sibata 2008’an: Li navçeya Cizîr a Şirnexê Yahya Menekşe yê 16 salî bi panzere hate pelçiqandin û kuştin.    29’ê nîsana 2009’an: Maziye Aslan a 7 salî, ku li ser rêya Wan-Colemêrg dimeşiya, di binê wesayita ku polîsên tevgera taybet bi kar dianîn de ma û jiyana xwe ji dest da.   4’ê hezîrana 2010’an: Li Şirnexê Dîren Basan a 10 salî di bin wesayîta zirxî ya akrepê de pelçiqî û jiyana xwe ji dest da.    13’ê hezîrana 2012’yan: Yûsûf Yılan ê 9 salî dema li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê dema ku boyaxkirina pêlavan dikir di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da   12’ê mijdara 2013’an: Li gundê Çomlukçu yê girêdayî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê Hasan Bakdur ê 16 salî di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da.    23’yê nîsana 2013’an: Li navçeya Cizîrê Sînan Saltikalp ê 17 salî ku wesayîta polîsan a zirxî lê dan bi giranî birîndar bû û di 29’ê tebaxa 2013’an de jiyana xwe ji dest da.    15’ê nîsana 2016’an: Cûma Ozkaplan ê 17 salî ku di mînîbusa wesayîta zirxî li ser rêya Riha û Dîlokê lê da de bû jiyana xwe ji dest da.    7’ê hezîrana 2016’an: Li Cizîrê Bunyamîn Bayram ê 6 salî ku wesayîta polîsên zirxî lê da jiyana xwe ji dest da.    24’ê tîrmeha 2016’an: Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Taha Kiliç ê 4 salî ku polîsan bi panzerê lêdan jiyana xwe ji dest da.    24’ê cotmeha 2016’an de: Li navçeya Cizîrê Hakan Sarak ê 5 salî ku wesayîta polîsan a zirxî lê da jiyana xwe ji dest da.    24’ê nîsana 2017’an: Li navçeya Bismil a Amedê di encama lêdana wesayîta zirxî de Huseyîn Barût jiyana xwe ji dest da.    4’ê gulana 2017’an: Birayên hev Mûhammed Yildirim ê 7 salî û Fûrkan Yildirim ê 6 salî ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di bin wesayîta zirxî ya ketiye mala wan de man, jiyana xwe ji dest dan.    9’ê sibata 2017: Berfîn Dîlek a 7 salî, ku li taxa Bahçebaşi ya navçeya Dêrik a Mêrdînê ji dibistanê vedigeriya malê, di encama lêdana maşîna zirxî de jiyana xwe ji dest da.   19’ê hezîrana 2017’an: Li ser rêya Amed û Çewligê, di encama mîdîbusa ku polîsên tîmên taybet tê de bûn li mînîbusa rêwiyan da de Zîlan Yamankiliç a 10 salî ku di mînîbusê de bû jiyana xwe ji dest da.    1’ê tebaxa 2017’an: Li Stenbol Şîşliyê di encama lêdana wesayîta zirxî ya akrepê de Raşît Oso yê 9 salî jiyana xwe ji dest da.    21’ê cotmeha 2017’an: Li Sêrtê Felek Batûr a 7 salî ku wesayîta zirxî lê da li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    5’ê mijdara 2017’an: Li taxa Korik ya Êlihê Bûrak Îlhan ê 5 salî ku wesayîta sivîl ya leşkerekî lê da jiyana xwe ji dest da.    29’ê mijdara 2017’an: Ferhat Dalkiliç ê 5 salî ku li herêma Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê wesayîta zirxî ya polîsan lê xist jiyana xwe ji dest da.   29’ê hezîrana 2018’an: Li gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê, Alî Olmez ê 15 salî ku bi 11 kesên din re hatibû binçavkirin, di encama wergerandina wesayîta zirxî ya ku tê de bû jiyana xwe ji dest da.   23’yê îlona 2018’an: Ûmût Ozalp ê 5 salî ku di 18’ê kanûna 2017’an de li navçeya Hezex a Şirnexê wesayîta zirxî li ber mala wan lê dabû, têkoşîna jiyanê winda kir.    12’ê îlona 2019’an: Efe Tektekîn ê 6 salî yê li navçeya Rezan a Amedê wesayîta zirxî lê da jiyana xwe ji dest da.    8’ê tebaxa 2021’an: Eyup Kirtay ê 10 salî di encama lêdana wesayîta zirxî ya li Xelat a Bedlisê de jiyana xwe ji dest da.    3’yê îlona 2021’an: Li navçeya Hezexê di encama lêdana wesayîta zirxî de Mîraç Mîroglû yê 7 salî jiyana xwe ji dest da.    7’ê hezîrana 2023’yan: Li navçeya Gever a Colemêrgê di encama lêdana wesayîta ku çawişê pispor diajot de Erdem Aşkan ê 5 salî jiyana xwe ji dest da.    MA / Bêrîvan Kûtlû