Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê 2024-05-11 11:42:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 29 bajran hişyariya bahoz û barîna baranê kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê bi daxuyaniyekê ji bo 29 bajaran bi qoda zer hişyarî kir. Tê payîn ku barîna baranê li rojhilatê Marmarayê, bakurê Anatoliya Navîn, hundirê Behra Reş a rojava û navîn, bakur û rojavayê bakurê Kurdistanê û derdora Antalyayê bi bandor be. Li bakûr wê toz jî bi bandor be.    Bajarên ku ji bo wan hişyariya qoda zer hate dayîn wiha ne: Edîrne, Kirklarelî, Tekîrdag, Stenbol, Kocaelî, Yalova, Çanakkale, Balikesîr, Îzmîr, Antalya, Konya, Karaman, Nîgde, Edene, Kayserî, Tokat, Sêwaz, Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Çewlig, Ordû, Gîresûn, Gumuşhane, Trabzon, Rîze, Baybûrt, Wan û Colemêrg.   Hate zanîn ku li aliyê din dê li Tunela Çiyayê Bolûyê mij bi bandor be.    QODA ZER ÇIYE?   Qoda zer rewşa “xetereya potansiyel” ya li hewayê nîşan dide. Tevî ku bûyera meteorolojiyê ya tê texmînkirin ne awarte ye jî, li ser fealiyetên ku dibe ku ji şertên meteorolojiyê bandor bibin hişyarî tê dayin