Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin 2024-05-11 12:21:09 STENBOL - Girtiyê siyasî Necdet Ozturk bêyî agahiya malbatê sirgûnî girtîgehek din kirin. Birayê Necdet Ozturk, Îbrahîm Ozturk, bertek nîşanî gotina Wezaretê ya "Tecrîd tune" da û got: "Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li rastiya girtîgehan binerin." Girtiyê siyasî Necdet Ozturk ku cezayê muebeta giran girtiye, ji Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê sirgûnî girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê kirin. Ozturk ji sala 2019'an heta niha li Girtîgeha Tîpa L aDîlokê di hucreya yek kesî de dihat girtin. Ji ber du hucreyê detê girtin gelek nexweşî lê peyda bûne. Rayedarên girtîgehê bêyî malbat û parêzerên Ozturk agahdar bikin, Ozturk, çar roj berê ji Dîlokê sirgûnî Kirşehîrê kirin. Ozturk niha li girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê du hucreya yek kesî de tê girtin. Birayê Necret Ozturk îbrahim Ozturk, bertek nîşanî rewşa tecrîdê da û wiha got: "Bira yêm di hucreya yek kesî de tê girtin. Ev tecrîd e. Der barê jiyana birayê xwe de ez bi fikar im. Niha diya min nexweş e. Ji ber nexweşiya dayika xwe nikarim bibêjim birayê min sirgun kirine. Dema ez bêjim sirgûn kirine dê ji ser hişê xwe biçe."    'YÊN DIBÊJİIN TECRÛD TUNE BILA LI GIRTÎGEHAN BINERIN'    Ozturk, anî ziman ku birayê wî Bakir Ozturk jî li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekirdagê de girtî ye û wiha axivî: "Li girtîgehan binpêkirina mafan û tecrîd pir zêde ye. 2 birayên min di girtîgehên cuda de ne. Ev zilm e. Li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde ye. Ligirtîgehan tecrida giran heye. Wezareta Dadê dibêje 'tecrît tune ye' Çawa tecrîd tune. Bila li rastiya girtîgehan binere dê tecrîdê bibîne. Du birayê min li girtîgehên cuda girtî ne û di tecrîdê de ne. Zilmê li malbatan dikin."   BILA DENGÊ GIRTIYAN BIBHÎZIN    Ozturk xwest zext û tundiya li ser gelê kurd bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hemû kesên xwedî wicdan divê guh bidin dengê girtiyan. Divê dengê girtiyan bibhîzin û ji bo daxwazên girtiyan têkevin tevgerê. Bila êdî dayik hêsirên çavan nebarînin. Divê demek berî demekê tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. Bila êdî mirov destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û rastiya girtîgehan bibînin."