Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin 2024-05-11 14:32:08 STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ên di sala 1994’an de hatibûn binçavkirin edalet xwestin. Hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Alpsoy anî ziman ku gora hevjînê wê nîne û got: “Heta ku ez sax bim ez ê hesaba vê yekê bipirsim.” Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin cara 998’emîn li Qada Galatasarayê hatin bahev. Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan piştgirî daye de Dayikên/Mirovên Şemiyê yên wêneyên windakiriyan hilgirtin û qurnefîl di destê wan de bûn di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta pismamê hev Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ê di sala 1994’an de li bajarên cuda ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û pişt re tu agahî ji wan nehate wergirtin pirsîn.    Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Sebla Arcan daxuyaniya vê hefteyê xwend.    Arcanê beriya daxuyaniyê, Roja Dayikan bi bîr anî û diyar kir ku divê Dayikên Şemiyê tu carî neyên jibîrkirin. Arcan axaftina xwe wiha domand: “Dayikên ku jiyana xwe ji bo xwe bigihînin gorên zarokên xwe derbas kirin, wekî ku dê bên, cilên wan ûtî kirî dihêlin, wekî ku dê li ser nivînên xwe razên paqij dihêlin, divê ew dayik neyên jibîrkirin. Dayikên ku mîna 50 sal, 40 sal berê, 30 sal berê dengê zarokên xwe yên bi mifteyên xwe vekirina derî û gotina 'dayê, ez li vir im' bibihîzin, bi bîr bînin. Bila sibê bibe roja dawî ya bêhestiyariya li hember Dayikên Şemiyê.”   Arcanê dû re wiha bal kişand ser çîroka windayan: “Halîl Alpsoy ê 37 salî li navçeya Kanarya Stenbolê dema ku ji ziyareta xizmên xwe vedigeriyan li gel hevjîna xwe û pitika xwe ya 40 rojî bi wesayîta Torosa Spî li ber deriyê mala xwe şeva 12'yê gulana 1994'an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî 18 rojan ji binçavkirina Halîl, cenazeyê wî li herêma daristanî ya Kirikkaleyê ya 530 km dûrî Stenbolê ye hat dîtin. Tiştekî ku wî bide naskirin tune bû. Hejmara telefona mala Halîl ku di dema binçavkirinê de bi awayekî nepenî li ser astarê çakêtê xwe nivîsîbû. Ji ber îşkenceyê cenazeyê wî nedihat nasîn û birayên wî ji birîna destê wî teşhiskirin.”   Arcanê diyar kir ku hefteyek piştî Halîl Alpsoy hat binçavkirin, di 18’ê gulana 1994’an de li Edeneyê bi ser mala pismamê wî Kasim Alpsoy de girt û Kasim Alpsoy jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Arcanê, anî ziman ku piştî Kasim êvara hat binçavkirin nasnameya Kasim hat desteserkirin û wiha dewam kir: “Piştî ku Kasim hat berdan polîsan got sibe were nasnameya xwe bistîne. Dema vegeriya malê, ji îşkenceyê bêzar bûbû. Roja din ji bo nasnameya xwe bigire bi xizmekî xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Seyhanê. Xizmê wî tevahiya rojê li ber derî sekinî, lê Kasım Alpsoy dîsa nekarî ji avahiya ku ket hundir derkeve. Li gel hemû hewldanên malbatê jî, rayedarên dewletê 30 sal in lêkolîn û lêpirsînên ku çarenûsa wan aşkere bike, berpirsyaran aşkere bike û ceza bike, nekiriye.”   Arcanê, da zanîn ku îro careke din bang li rayedarên edlî dikin ku der barê windakirina Halîl û Kasim Alpsoy ên li girtîgehê de lêpirsîneke adil, bêalî û bi bandor bidin destpêkirin û wiha bi lêv kir: “Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ji bo hemû windahiyên xwe edalet bipirsin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”   ‘HETA KU EZ SAX BIM EZ Ê HESABA VÊ BIPIRSIM’    Hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Alpsoy a piştî daxuyaniyê mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku hêj goreke hevjînê wê jî nîne û wiha got: “Heke sûcekî hevjînê min hebûya bila hatibûya darizandin. Pênc zarokên min hene, hêj dibirsin ku bavê me li ku ye? Ez nizanim ez ê çi bersivê bidim wan. Gora hevjînê min nîne. Goreke wî ya ku em di cejnan de kulîlkekê deynin ser nîne. Sûcê me çi bû? Heta ku ez sax bim ez ê hesaba vê yekê bipirsim. Ez bimirim jî zarokên min hene. Çima îro ev hesin danîn vir. Bila van hesinan ji vir rakin ku em li vê qadê rûnin.”   Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.