Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da 2024-05-11 15:24:31   ENQERE - Berdevkê Arteşa Îsraîlê Avîchay Adraee, beriya êrîşa li dijî Deriyê Sînorê Refahê daxuyanî da û got: “Divê filistînî koçberî cih û warên ewle bikin.”    Berdevkê Artêşa Israilê Avichay Adraee, beriya êrîşî  Deriyê Sînorê Refahê bike, li ser hesabê medya dijîtal ê X’yê daxuyanî da. Andraee diyar kir ku artêşa Israilê dê êrîşî Hamasê bike û wiha got: “Beriya êrîşê divê mirovên liv an herêman dijîn ji bo ewlehiya xwe herêmê vala bikin. Divê koçî herêmên ewle bikin.   Adraee, xwest filistiniyên ku li kampên Şabbura, Refah, Îdarî, El Cenine û Hirbet Adsê yên Rojhilatê Refahê bi lez û bez vegerin herêma El Mevasiyê.    Adraee, xwest filistineyên li Herêma Cibaliya ya bakurê Şerîda Gazze, kampên Selam, Nur, Tel Zater, Beyt Lahiya, Cibaliya û taxên Îzbet Mellin, Ravda, Nuzhe, El-Cerin, Nahda û Zuhurê ji herêmê lê dijîn koçî Rojavayê bajêr bikin.    DI ÊRÎŞÊ DE HERÎ KÊM 24 FILISTINÎ HATIN KUŞTIN   Li gorî nûçeyên Ajansa WAFA ya Filistinê balafirên şer ên Israilê êrîşî nava Gazzeyê kiriye û herî kêm 24 kes hatine kuştin.