Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye 2024-05-11 15:36:56   MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku Şaredarê Akdenîzê yê berê yê AKP’î Mûstafa Gultak ji bilî mûçeyê xwe yê şaredariyê her me ji şîrketan 33 hezar lîre mûçe wergirtî ye.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan û Perîhan Koca, li Mêrsînê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin bahev. Parlamenterên ku pirsên xebatkarên çapemeniyê bersivandin, bal kişandin texrîbata AKP’ê û qeyûman a di şaredariyan de.    Koca, bal kişand ser nûçeyên têkildarî şaredariyên DEM Partiyê di çapemeniyê de derketine û wiha got: “Me li wanê bi hemû hêzên ked û demokrasiyê re bersiveke cidî da ku çawa hêzên qeyûman dişînin sergoyê dîrokê. Di vê serdemê de ji qeyûman re destûr nîne.” Koca têkildarî îdiayên derbarê dayika xwe de jî wiha got: “Propagandayeke reş a qirêj tê kirin ku dayika min a di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest da jî xistin di nav de. Têkildarî vê em ê roja duşemê giliyê bikin. Ez ê mûçeya ji doza tazmînatê were jî diyarî hewyanên kolanan bikim.”   Bozan, têkildarî texrîbatên Şaredarê AKP’î yê di serdema beriya niha de Mûstafa Gultak û tîma wî ya di Şaredariya Akdenîzê de axivî û wiha got: “Hin reqamên ji serdema berê derketin holê, mûçeyên dane hin kesan wijdana mirovan diêşîne. Du şîrketên Şaredariya Akdenîzê hene. Di yek ji şîrketan de 10, di ya din de 6 kes mûçeyên endamtiya lijneya rêveber digirin. Yek ji van kesan jî Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î yê berê Mûstafa Gultak e. Gultak, ji bilî mûçeyê xwe yê şaredariyê her meh ji yek ji van şîrketan 33 hezar û 800 lîre mûçe wergirtî ye. Ev bêwijdanî ye.”