Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-05-11 22:04:39   BEDLÎS - Hozan Mizgîn li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya navçeya Tetwanê hat bibîranîn.   Hunermend Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di 32’emîn salvegera ku jiyana xwe ji dest daye de hat bibîranîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan, rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîs û navçeya Tetwanê, Komeleya Çand û Hunerê ya Serhatê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û dua hatin xwendin.    Hevserokê DEM Partî ya Bedlîsê Fîkret Bîlîr axaftinek kir û da zanîn ku Hozan Mizgîn hem ji bo gelê Tetwanê hem ji bo gelê Kurd cihekî girîng digire.