12'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-12 09:00:25   * Midûriyeta Girtîgehan ku serlêdana der barê "lêgerîna nava dev" a li girtiyan hatiye ferzkirin bersivand. Midûriyetê diyar kir ku berpirsiyarî ya cendirmeyan e û yên tevdîran digirin jî cendirme ne.    * Yek ji herêma ku tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan tê li dar xistin jî herêma Botanê ye. Ciwanên Botanê ku eleqeyeke mezin nişanî tûrnûvayê didin armanc dikin ku hejmara tîmên ku îsal bilîzin bikin 100.   * Berdevkê EGEÇEP'ê Suleyman Eryilmaz anî ziman ku qirkirina ekolojiyê li bajarên kurdan du qat zêdetir e û banga têkoşîna hevpar kir.    * Jinên li Taxa Kamberiye ya Rihayê ku krîza aborî bandorê li wan dike, hewl didin bi bermayiyên di nava çopan de debara xwe bikin. Jinan ku gotin "tu tişt li ser sifreya me nema" behsa şert û mercên tê de ne kir.    * Berdana girtî Gokhan Gunduz ê 31 sal in girtiye ji ber hin doz û lêpirsînên dîsîplînê yên der barê wî de, berdana wî tê astengkirin. Her dawî ji ber karîkaturê ku xêz kiriye bi sûcê "heqareta li serokkomar" doz lê hat vekirin.    * Ji ber polîtîkayên îktîdarê her roj herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên. Endama Tora Parastina Jinan Eftelya Koyuncu anî ziman ku divê rêxistinên jinan ên li dijî tundiyê bên xurtkirin.    * Dayikên Aştiyê dê li gelek bajaran têkildarî Roja Dayikan daxuyaniyê bidin. (10.00-13.00)   * Li Stenbol û Şirnexê dê têkildarî çalakiya li girtîgehan daxuyanî bê dayîn. (13.00)    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê dê bi boneya salvegera 301 madenvanên li Somayê li Qada Cengîz Topel daxuyaniyê bide. (14.00)    * TJA û DEM Partî dê têkildarî Doza Kobanê ku dê di 16’ê gulanê de bê lidarxistin, dê li avahiya HDK’a Stenbolê daxuyaniyê bidin. (15.00)       * Li Amed û Şirnexê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakî bên lidarxistin. (16.00-19.00)    * Bi boneya salvegera mirina Şerzan Kurt dê li Qada Sinirsizlik a Muglayê daxuyanî were dayîn. (18.00)