Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan 2024-05-12 09:02:47 ENQERE - Midûriyeta Girtîgehan ku serlêdana der barê "lêgerîna nava dev" a li girtiyan hatiye ferzkirin bersivand. Midûriyetê diyar kir ku berpirsiyarî ya cendirmeyan e û yên tevdîran digirin jî cendirme ne.  Girtiyên siyasî yên ferzkirina "lêgerîna nava dev" qebûl nakin, ji mafên tenduristiyê bêpar dimînin. Ji girtiyên ku ji ber vê pêkanînê ji mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin yek jê jî Yûsûf Erkek e. Erkek ku di Girtîgeha Hejmara 1 ya Tîpa F a Afyonê de ye, têkildarî binpêkirinên mafan nameyek ji Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Berîtan Guneş Altinê re şand.    Altinê jî ji bo binpêkirinên mafan ên Erkek bi wan re rû bi rû maye li cihê cih bên lêkolînkirin, di 25'ê îlona 2023'yan de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) re şand.    'BERPIRSIYARÎ YA CENDIRMEYAN E'   Serlêdana Altinê di 29'ê çileya 2024'an de ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê ve hat bersivandin. Di bersiva ku wezaretê ragihand ÎHÎK'ê de hat diyarkirin ku berpirsiyariya "lêgerîna nava dev" di erka saziyên ceza înfazê de ye. ÎHÎK'ê di bersiva xwe de got ku berpirsiyarî ya cendirmeyan e û yên tevdîran digirin jî cendirme ne.