Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin 2024-05-12 09:04:46   ÎZMÎR - Berdana girtî Gokhan Gunduz ê 31 sal in girtiye ji ber hin doz û lêpirsînên dîsîplînê yên der barê wî de, berdana wî tê astengkirin. Her dawî ji ber karîkaturê ku xêz kiriye bi sûcê "heqareta li serokkomar" doz lê hat vekirin.    Gokhan Gunduzê 31 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Hejmara 2 ya Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê de ye, berdana wî ji ber dozên lê hatine vekirin û cezayên dîsîplînê tê astengkirin. Gunduz ku di sala 1993'yan de bi "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê lê hatiye birîn, herî dawî ji ber karîkaturê xêz kiriye bi sûcê "heqareta li serokkomar" doz lê hat vekirin.    Gunduz, nameyek ji hevalê xwe yê li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê re şandiye. Di nameyê de jî karîkaturekî Serokkomar Erdogan xêz kiriye. Ji ber karîkatur bi sûcê "heqareta li serokkomar" doz lê hat vekirin. Gunduz di nameya xwe de têkildarî karîkatur gotiye: "Tayyîp Tirkiyeyê daqurtandiye, lê di qirika wî de maye. Qirika wî bûye wekî nexşeya Tirkiyeyê. Helbet devê wî jî vekiriye. Ji wî devê vekirî jî milek ber bi derve ve dirêj dibe û bi afîşê digire. Di afîşê de jî tiştek hatiye nivîsandin... mesela em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."   Gunduz ku bertek nîşanî vê yekê da, di nameya xwe de ku ji parêzerê xwe re şandiye wiha got: "Tu heqaret meqaret tune ye. Tew ev doz bi xwe heqaretê li aqilê me, fikira me û li komediyê kiriye."    Danişîna dozê di 18'ê Nîsanê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 40'emîn a Îzmîrê hat lidarxistin. Dozgerê dozê xwest bi sûcê "heqareta li serokkomar" ceza li Gunduz bê birîn. Gunduz û parêzerên wî jî diyar kirine ku gotinên di nameyê de di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne û doza beraetê kirin.    Danişîna biryarê ya dozê wê di 21'ê Gulanê de bê lidarxistin.