Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in 2024-05-12 12:29:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd di sempozyuma li Hewlêrê ya “Guherîna Avhewayê” de axivî û got ku sedema bingehîn a pirsgirêka avê ya li welêt, welatên cîran in.  Li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê Hewlêrê sempozyuma “Guherîna Ahvewayê” hat lidarxistin. Serokkomkarê Iraqê Latîf Reşîd jî tev li sempozyumê bû. Reşîd, bal kişand ser pirsgirêka avê ya li welêt û got ku sedema bingehîn a vê pirsgirêkê welatên cîran in ku para avê ya Iraqê kêm didin.    ‘EM HEWL DIDIN BENDAVAN ÇÊBIKIN’   Reşîd, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya guherîna avhewayê de em hewl didin li Herêma Kurdistanê gelek bendavan ava bikin. Yek ji sedema hişkesaliyê jî ew e ku welatên me yên cîran para me ya avê kêm didin. Sedema din jî rêveberiya xerab û beravêtiyên li çavkaniyên avê tên rijandin in.”