Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan 2024-05-12 16:41:45   ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Silopiyayê ji bo piştevaniya bi çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd, çalakî li dar xistin.    Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan ên Silopiya ya Şirnexê ji bo ku balê bikşînin ser çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Di çalakiya rûniştinê de dayikan klam gotin û dirûşm berz kirin.   ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’    Di çalakiyê de Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan axivî. Fîdan, diyar kir ku çalakiya li girtîgehan hatiye destpêkirin girîng û bi wateye û wiha axivî: “Îro êşa dayikan li çar perçeyên Kurdistanê tê parvekirin. Wateya îro gelek mezin e. Îro tecrîda girankirî ya li ser girtiyan didome. Hevalên me di çalakiyê de ne. Dema ku şer hebe pîrozbahî jî ji dilê me nayê. Lêbelê li dijî şer berxwedana me didome. Jin pêşengiya vê têkoşînê dike û vê demî şûnde jî dê berxwedana me bidome. Em dibêjin ku daxwwzên girtiyan daxwazên me ne. Heta ku em azadiya xwe bi dest nexin û daxwazên me pêk neyên ava ku em vedixwin û xwarina ku em dixwin ji me re herame.”   Piştî axiftinan çalakiya dayikan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.