301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn 2024-05-12 17:51:22   MANÎSA - Bi sedan kesên ku bi bîr xistin ku desthilat û burokrasiya sendîkayan ji komkujiya Somayê berpirsyar in, 301 karker bi meşekê bi bîr anîn     Di 10’emîn salvegera qetilkirina 301 karkerên madenê yên di karesata madenê ya li navçeya Soma ya Manîsayê de gelek ode, sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî li navçeyê meşek li dar xistin. Malbatên karkerên madenê, Komeleya Karkerên Madenê ya 301’an, TMMOB, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, TÎP, DÎSK, EMEP, DEM Partî, Partiya Çep, Egîtîm Sen, TKP, Hemû Teqawît Sen, ESM, SES, Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, Odeya Bijîjkan a Manîsayê, Egîtîm Îş tev li meşê bûn. Girseya ku li Meydana Cengîz Topel li hev civiya, ber bi Bîrdariya Madenvanan a Beşyolê ve meşiya. Girseyê di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Hesaba 301’an dê were pirsîn” , “Ne komkujî qeza, ne qeder cînayet” , “Me pêhna hatiye danîn ji bîr nekiriye”, “Somayê ji bîr neke, nede jibîrkirin” berz kirin.   Mûstafa Savûr ê li ser navê Egîtîm Sênê axivî, diyar kir ku madenvan hêj li kargehan jiyana xwe ji dest didin û da zanîn ku li gorî daneyên ÎSÎG’ê her sal li dora 2 hezar karkeran jiyana xwe ji dest didin. Savûr ê qala doza ku peywîrdarên cemaweriyê jê tên darizandin kir, wiha got: “Şopandina van dozan, ji bo mirinên nû çênebin girîng in. Em herkesê vedixwînin doza ku dê di 12’ê îlonê de were lidarxistin.”   ‘EM LÊGERÎNA EDALETÊ DIDOMÎNIN’     Îsmaîl Çolak ê li ser navê Komeleya Karkerên Madenê ya 301’an axivî jî wiha got: “Weke malbatên 301 madenvanên hatin qetilkirin têkoşîneke me ya edaletê ya nêzî 10 sal in em didin heye. Mixabin me nedizanî ku li welatê me edalet ji aliyê hin kesan ve hatiye yekdestkirin. Tu kesên zarokên me qetilkirin niha ne di girtîgehê de ne, xelatkirin û biryar dan ku werin berdan. Lê Selçûk Kozagaçli û Can Atalay ên têkoşîna maf û edaletê ya 301 madenvanan didin niha girtî ne. Mixabin edaleta ku em li Tirkiyeyê nabînin hewl didin li DMME’yê bibînin.”   ‘KAPÎTALÎZM PÊŞIYÊ NADE TENDURISTIYA KARKERAN’   Ferhat Akilman ê li ser navê Sendîkaya Karkeran a Madena Serbixwe axivî, wiha got: “Çavbirçîbûna patronan da ku pir zêde kar bikin û bêrîka xwe tejî bikin êşa civakê nû dikin. Hesaba 301 madenvanan û madenvanên li Licikê hêj di bin axê de ne were pirsîn.” Mûstafa Torûn ê li ser navê Odeya Bijîjkan axivî jî wiha got: “Ev ne qezaya kar e, cînayeta kar e, komkujî ye. Yek ji girîngtirîn hêmanên bijîjktiya parazvan tenduristiya karkeran e. Kapîtalîzm pêşiyê nade tenduristiya karkeran.”   ‘KARKER TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’    Ayfer Koçak a li ser navê KESK’ê axivî jî anî ziman ku tevî 10 sal derbas b ûn jî di êşa malbatan, madenvanan û kedkaran de guherîneke herî biçûk nehatiye kirin. Koçak, diyar kir ku di serdema AKP’ê de taybetkirineke bilez çêbû û got: “Mixabin karker û kedkar di nava şert û mercên ku yekane krîter partîbûn û sermaye ye de, bê ka madenên ku divê gel bi rê ve bibe xwedî zanebûnê ye yan na, bêyî ku rêbazên zanistî bên bikaranîn an na, terkî mirinê tên kirin.”    ‘KUJERÊ 301 KARKERAN DESTHILAT E’     Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî desthilat û burokrasiya sendîkayan ji komkujiya Somayê berpirsyar in û wiha got: “Xwe amade dikin ku qanûnên êrişî yên nû bînin Meclisê. 12’emîn paketa pêşketinê û plana navîn a 3 salan dê li vî welatî bêhtir cînayetên karkeran, kedxwariya giran û bêsendîkabûnê bîne.”