Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn 2024-05-12 21:15:07   MÛGLA - Di salvegera 14’emîn a qetilkirina xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt ku di dema êrîşa faşîstan de bi fîşeka polîsî hate qetilkirin de bal hat kişandin ser têkoşîna edaletê.   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê di salvegera mirina xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt ê di 12’ê Gulana 2010’an de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin de li Qada Sinirsizlikê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Şerzan Kûrt nemir e. Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hate vekirin de dowîzên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û wêneyên Şerzan Kûrt hilgirtin. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeya “Polîsê kujer dê hesabê bide” hate berzkirin.     'DEWLETÊ YÊ KU SÛC KIRIYE PARAST'   Sûltan Tûrgûn a li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Gelan axivî jî bi bîr xist ku Şerzan Kûrt di êrişa faşîstan a bi piştgiriya polîsan de ji aliyê polîs Gultekîn Şahîn ve hate qetilkirin û got: “Polîsê kujer Gultekîn Şahîn hate girtin. Doz ji ber ewlehiyê veguhestin Eskîşehîrê. Polîsa Gultekîn Şahîn berdan. Kujer Gultekîn Şahîn ê ewilî cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn, pişt re ji ‘sorkirina neheq’ û ‘rêza li hemberî dadgehê’ cezayê wî hate daxistin û hate berdan. Şerzan li kolana ku ji bo piştevaniyê bi hevalên xwe re derketê ji aliyê polîsî ve hate kuştin. Mixabin ewlehiya necezakirinê kete dewrê. Dewletê peywîrdarê xwe yê sûc kiriye parast. Em 14 sal in şopdarên dozê ne û li van kolanên ku Şerzan lê hatiye qetilkirin dibin dengê Şerzan.”    Tûrgûn a got ku “Şerzan Kûrt ji bo ku kurd bû û kurdî axivî hate kuştin” ev tişt gotin: “Heta ku ji bo Şerzan edaleta rast neyê pêkanîn em ê dîsa li van kolanan xwedî li bîranîna Şerzan derkevin û daxwaza edaletê biqêrin.”