Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin 2024-05-12 21:53:22 WAN - Di serdana gora nivîskarê kurd Feqiyê Teyran de girîngiya ziman a ji bo gelê kurd hate destnîşan kirin û wiha hate gotin: “Ziman rûmeta me ye, em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin.”   Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî serdana gora nivîskarê kurd ê navdar Feqiyê Teyran a li navçeya Miks a Wanê kir.    Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan, Rêxistina DEM Partiyê ya Miksê, Hevşaredarên Miksê Ayvaz Hazir û Nebahat Benek û gelek kes tev li serdanê bûn. Di serdanê de her tim dirûşmeyên “Bê Ziman Jiyan Nabe” û “Zimanê me Rûmeta me ye” hatin berzkirin û pankarta “Ji bo kurdî statu, kurdî nasnameya me ye” hate vekirin.    ‘KURDÎ HEBÛNA ME YE’     Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbahar, diyar kir ku gelê kurd li dijî polîtîkayên bişaftinê yên bi awayekî sîstematîk berdewam dikin li ber xwe didin û wiha got: “Kurdî zimanê me yê dayikê ye, nasname û hebûna me ye. Ji ber vê yekê gelê kurd bi sedsalan e tu car dest ji çand û zimanê xwe bernedaye. Her çiqas feraseta înkarker û asîmîlasyonîst ziman û çanda me înkar bike jî gelê kurd tu caran li ber polîtîkayên zextê serê xwe netewandî ye. Zimanê me em heta vê derê anîn. Di sedsala 21’yemîn de li dijî gelê kurd gelek êriş hatine kirin. Em ê li dijî van êrişan her tim têkoşîna xwe bidomînin.”   Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Veysî Dîlekçî jî têkoşîna Feqiyê Teyran ji bo kurdî daye bi bîr xist û got: “ Em careke din Feqiyê Teyran bi rêz û minet bi bîr tînim. Di kesayeta wî de hemû kesên ji bo zimanê kurdî têkoşiyan e bi rêz û minet bi bîr tînim. Gelê me yê hêja, ziman jiyan e, ziman çand e û ziman azadî ye. Gelê kurd bi sed salan e bi ziman û çanda xwe hatine heta van deran. Dê ji îro pê da jî wiha be.”   ‘EM Ê XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVIN’     Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan jî Feqiyê Teyran û hevalên wî yên têkoşînê bi bîr anîn û wiha got: “Ziman rûmeta mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê ziman ji bo gelê kurd jî rûmet e. Em ê her tim xwedî li rûmeta xwe derkevin. Îro û ji îro pê ve jî  wêje, helbest, çîrokên Feqiyê Teyran dê di nava gel de girîngiya xwe biparêzin. Em Feqiyê Teyran careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”