ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-13 09:00:00     * Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrek, diyar kir ku xwe amade dikin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bidin û wiha got: “Em li bendê ne ku hemû saziyên hiqûqê yên demokratîk û raya giştî di vê mijarê de di nava hestiyariyê de bin.    * Parêzer Destûna Yildiz, diyar kir ku Lijneyên Çavdêriyê û Îdarî (ÎGK) xwe dixin şûna dadgehan û li şûna dadgehan der barê girtiyan de ceza dibirin û wiha got: "Endamên lijneyê ji kesên ku cezayê dîsîplînê li girtiyan dibirin û girtiyan di lêgerîna tazî re derbas dikin, pêk tên. Ev bêtir mafan binpê dikin."    * Înfaza girtiya siyasî Ayfer Başlig ku cezayê lê hatiye birîn dê di Sibata 2025'an de xelas bibe, bi hinceta ku beşdarî greva birçîbûnê bûye hat şewitandin.   * Meclisa Jinan a DBP’ê dê têkildarî rojeva jinan li avahiya xwe ya li Amedê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ   * Malbatên Girtiyan dê li ger girtîgehên li Amed, Êlih, Edene û Mêrsînê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixe. (14.00)    * Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de dê li gelek bajaran hin aktîvîte bên lidarxistin. (11.00-18.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30)    * Bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Somayê dê li ber Bîrdariya Madenvanan a li navçeya Soma ya Manîsayê daxuyanî were dayîn. (18.30)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê têkildarî Doza Kobanê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyê bide. (18.30)