Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye 2024-05-13 12:44:46   SEMSÛR - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak diyar kir ku Doza Kobanê ne dozeke hiqûqî lê dozeke siyasî ye û anî ziman ku çalakiyên protestoyî yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an têkoşîna lêgerîna maf bû.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê têkildarî Doza Kobanê ku dê di 16’ê gulanê de biryar were dayîn, panelek li dar xist. Panel, li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak û gelek kes tev li bûn. Li eywana panelê li gel wêneyên siyasetmedarên girtî, her wiha pankarta “Em li dijî kompasan siyaseta demokratîk diparêzin” hatibû daliqandin. Panel, piştî rêzgirtinê dest pê kir. Di panelê de sînevîzyoneke têkildarî çalakiyên protestoyî yên 6-8’ê cotmeha 2014’an hate pêşandan.    Piştre jî Kirkazak di panelê de axivî û got ku Doza Kobanê ne dozeke hiqûqî lê ya siyasî ye û îktîdar bi zanebûn HDP’ê hedef digire.    ‘6-8’Ê COTMEHÊ TÊKOŞÎNA LÊGERÎNA MAF E’    Di berdewamê de Kirkazak anî ziman ku heke di pêvajoya Kobanê de deriyên sînor zû bihatina vekirin dê zîhniyeta tarî jî zûtir bihilweşiyaba û wiha got: “Demekî şûnde gel biryar da ku ew bi xwe veke. Bûyer bi dawî bûn. Samsun, piştre jî parêzerekî derheqê wî de lêpirsîna FETO’yê hatiye vekirin serlêdana sûc kir û piştre jî lêpirsîn ahte vekirin. Erdogan wê demê axaftinên Selahattîn Demîrtaş û vîdeo nîşan da û got; ‘Kujerê 54 welatiyên me yên kurd.’ Lê di vê mijarê de di destê dadgehan de yek îdia jî tune bû.”    Di berdewamê de Kirkazak çalakiyên protestoyî yên 6-8’ê cotmeha 2014’an weke têkoşîna lêgerîna maf pênase kir û wiha pê de çû: “Ji destpêka îlonê heta 7’ê Cotmehê saet 14.30’an tenê yek çalakiyeke tundiyê tune bû. Gotina Erdogan a ‘Vaye Kobanê jî ket dikeve’, di heman demê de gotineke ji bo hêzên paramîlîter bû. Piştî vê daxuyaniya Erdogan, li Gimgim a Mûşê welatiyek bi guleya polîsan hate kuştin. Di şeva 7’ê cotmehê de Sirri Sureyya Onder û şandeya wî bi Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Efkan Ala re hevdîtin kir. Ala, got; ‘li qadê hêzên paramîlîter hene ku em jî nikarin tiştekî pê bidin kirin.’”   ‘HEWLDANA DÎZAYNKIRINA SIYASETA KURD’    Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun jî têkildarî Doza Kobanê ev tişt anî ziman: “Şandeyê îdianameya ji 3 hezar û 500 rûpelan pêk tê di nava 7 rojan de ji hêla şandeyê ve hate nirxandin û qebûlkirin. Ev yek derhiqûqtî ye. Ji destpêkê heta niha me dizanî ku ev doz dê di çarçoveya hiqûqê de pêk neyê. Ev bû 10 sal dewlet hewl dide dîzaynê bide siyaseta kurd.”    Panel bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.