Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin 2024-05-13 15:45:30     COLEMÊRG - Şîna Rêber Soydan ku li girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Gever a Colemêrgê, Dayikên Aştiyê, hevşaredar û endamên meclisê bi girseyî çûn serdana şîna Rêbrer Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji derst da.    Di serdanê de sersaxî ji malbata Soydan hate xwestin.