Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin 2024-05-13 16:42:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ku di pêşengtiya malbatên girtiyan de tê lidarxistin bal hat kişandin ser tecrîdê û wiha hate gotin: “Heta ku Ocalan azad nebe em jî azad nînin. Em ê ji têkoşîna xwe teqez bi paş ve gavê neavêjin.”     Di pêşengtiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî her hefte li ber girtîgehan çalakiyên “Deng bidin azadiyê” tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.    ÎZMÎR    Di pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) û malbatên girtiyan de di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca Kiriklarê çalakî hat lidaxistin. Di daxuyaniya gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq hiqûq edalet” , “Bila zindan hilweşin ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kûrûş diyar kir ku pêdiviya welat bi normalbûnekê heye û anî ziman ku ji bo vê yekê jî divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin.    Kûrûş, bi lêv kir ku pirsgirêk bi aştiyeke mayînde dikarin bên çareserkirin û wiha got: “ Rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û tevlibûna wî ya li pêvajoya siyasî, wê bibe gaveke gelekî xurt ku asayîbûna vî welatî misoger bike. Em bang li her kesî dikin ku di mijara tecrîdê de hê bi hestiyar bin.”   Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan a pişt re axivî jî bal kişand ser çalakiya li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Heta ku ew azad nebin em jî ne azad in. Em tecrîdê qebûl nakin û em ê tu car ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    EDENE   Li Edeneyê di pêşengtiya malbatên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn.    Beriya çalakiyê polîsan hemû rêyên ku diçin girtîgehê ji trafîkê re girtin û xwestin ji girseyê re bibin asteng. Li ser vê yekê girseyê ji girtîgehê re 100 mîtro mayî ji wesayîtên xwe peyabûn û çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Welatiyên ku pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekirin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Deng bide azadiyê” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.      Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Yaşar Demîr, bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêkên siyasal, civakî û aboriyê kûrtir dikin û got: “Em ê li her qadê bînin ziman ku tecrîda li ser birêz Ocalan sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Ji bo ku rêya muzakereyê were vekirin divê daxwazên girtiyên siyasî bên qebûlkirin. Em bang li muxalefet, saziyên sivîl ên civakî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû derdorên demokratîk dikin ku têkildarî tecrîd û daxwazên girtiyan bibin deng û tevkariyê li berxwedan û têkoşîna wan bikin.”   Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî.    AMED   Malbatên girtiyan bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” çalakiya “Deng bide azadiyê” dabûn destpêkirin. Di hefteya duyemîn a çalakiyê de li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê hatin gel hev. Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek xizmên girtiyan jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Deng bide azadiyê” hate hilgirtin.    Malbatên girtiyan tevî baranê bi tilîlî û berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet” û “Li hundir û li derve tecrîdê parçe bike” tecrîd şermezar kirin.     Polîsên ku destûr nedan daxuyaniya malbatên girtiyan, girse dorpêç kirin. Girseyê polîs bi çepik û dirûşmeyan şermezar kirin. Malbatên girtiyan ên ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin bi gotinên “Hûn li vir me li hundir zarokên me tecrîd dikin” bertek nîşanî polîsan dan.    ÊLIH    Malbatên girtiyan, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê bi daxwaza “Deng bide azadiyê” daxuyaniyê bidin. TUHAY-DER, Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên navend û navçeyan ên Êlih û Sêrtê, rêxistinên navçeyan, endamên Meclisa Şaredariyê, Dayikên Aştiyê, rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate vekirin. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.      Polîsên ku ji girtîgehê re 300 mîtro mayî rê girtin, destûr nedan ku girse biçe pêşiya girtîgehê. Malbatên girtiyan û partiyiyan ji polîsên ku gotin Walîtiya Êlihê bi hinceta “ewlehiyê” çalakiya qedexe kirî re bi gotina “Pirsgirêka ewlehiyê ya 300 mîtroyan wêdetir nîne, çawa li ber girtîgehê dibe?” bertek nîşan dan. Girseyê bi lêdana fîtikê, tilîlî û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî biryara qedexeyê dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk bertek nîşanî qedexeyê da û da zanîn ku dê giliyê kesên bikaranîna wan a mafê demokratîk asteng dikin bikin. Tekîk, destnîşan kir ku dê li her qadê bibin dengê girtiyan û destnîşan kir ku dê her hefte çalakiyên xwe bi girseyî bidomînin.    Girseya pişt re dest bi çalakiya rûniştinê kir her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û stranên kurdî gotin. Çalakî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.