ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN 2024-05-14 09:01:30   * Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di çalakiyan de ne, xwestin ku guh li daxwazên wan bê kirin û ev bang kirin: "Bedena me ji derve, lê dilê me di girtîgehan de ye. Divê her kurdê xwedî wijdan rabe ser pêyan û xwedî li vê çalakiyê derkeve."    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, çendî berf nebariyaye jî di bin navê "têkoşîna li hemberî berf û qeşayê" wesayît kirê kirine û ji bo vê 13 milyon û 61 hezar TL pere xerc kiriye.    * Aborînas Nesrîn Nasê ku "Di Cemaweriyê de Pakêta Teserifê" ya hikûmetê eşkere kir, anî ziman ku fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîne.    * Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê, 10 sal in ji bo standardîzasyona kurdî û folklora kurdî gelek xebat kirine.    * Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Samet Yavûz bilêv kir ku îsal jî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di bin zextan de pêşwazî kirine û got: "Ji bo zindîkirina kurdî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan."    * Kurê girtiya nexweş Hatîce Yildizê Alper Yildiz anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê yên diya wî giran bûne û wiha axivî: “Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Em demildest berdana wê dixwazin.”   * Zimanzan û mamosteyê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got: “Ji bo pêşketina zimanekî derfetên siyasî û civakî hewce ne.”   * Hevdîtinên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê yên bi parêzerên xwe re dikirin, ev 3 sal in bi hinceta “agahiyên îstîxbarî yên veşarî” tên qeydkirin.    * Ji ber bihabûna fiyetê şitlên fêkî û zebzeyan li gorî par kirîn û firotin jî kêm bû. Hem welatî hem jî firoşkar ji ber vê rewşê bi gazincin.    * Nefîse Altun ku bi firotina xwarinên li malê çêdike debara xwe dike wiha got: “Li rexekî bac, kirê û lêçûn hene. Lewma em bêyî qezenc meha xwe bi dawî dikin. Weke karkereke jin hewl didim xwe li ser pêyan bigirim.”    * DEM Partî dê li Meclisê civîna koma xwe li dar bixe. (10.00-14.00) ZINDÎ   * Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de dê li Amedê çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. (11.00-18.00)   * Danişîna 3’yemîn a doza rojnameger Ferhat Çelîk û Osman Akin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê bê lidarxistin. (11.25)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê dê binçavkirina 55 kesan a li bajar protesto bike. (12.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê dê têkildarî Doza Kobanê li Qada Sakaryayê daxuyaniyê bide. (18.30)