Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin 2024-05-14 09:01:39 ŞIRNEX - Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di çalakiyan de ne, xwestin ku guh li daxwazên wan bê kirin û ev bang kirin: "Bedena me ji derve, lê dilê me di girtîgehan de ye. Divê her kurdê xwedî wijdan rabe ser pêyan û xwedî li vê çalakiyê derkeve."  Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Piştre girtiyan çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên bi rêya telefonê, hevdîtina bi malbatan re û neçûna dadgehê çalakiya xwe didomînin. Girtiyên siyasî zêdetirî mehekê ye ku vê çalakiya xwe didominin. Dayikên girtiyan der barê çalakiya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin de axivîn û bang li her kesi kirin ku xwedî li vê çalakiyê derkevin.    'ÇAVÊ ME LI GIRTÎGEHAN E'   Yaşar Beyar ê di Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê de girtiye û çalakiyê de ye, dayika wî Zînê Beyar diyar kir ku daxwaza wan ew e ku daxwazên zarokên wan bên guhdarkirin û wiha axivî: "Em bi xwe jî niha bi zarokên xwe re di girtîgehê de ne. Kurê min 5 zarok hene û  niha di girtîgeha Gîresûnê de ye, ji min dûre.Ev 2 mehin bi dengê wî nebihistiye. 2 mehan di greva birçîbûnê de man niha jî di çalakiyê de ne. Ne bi telefonê em pê re hevdîtin dikin û ne jî em dikarin bibinin.  Zarokên me di nava wan çar diwaran de esîr in. Em dixwazin ku daxwazên wan bên guhdarkirin. Em jî aşitiyê û çareseriyê dixwazin. Daxwazên me û yê wan yek in. Em jî dixwazin ku xweşiyek bikeve dinyayê. Ev mehek û nîve em dengê wan nabihîzin. Çavê me li girtîgehan e. Bila gelê kurd bibe tifaq û piştgiriyê bide vê çalakiyê."    GIRTIYA NEXWEŞ A GIRAN JÎ DI ÇALAKIYÊ DE YE   Girtiya nexweş Tenzîle Acar a ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin jî di çalakiyê de ye. Dayika wê Rismiye Acar jî bi lêv kir ku zarokên wan ji bo aşityeke mayinde li tevî hemû şert û mercên giran di çalakiyê de ne û wiha got: "Roja dayikan bû lê zarokên me ji ber ku di nava çar diwaran de bû roja me pîroz nekirin.Zarokên me nexweş in û di nava çar diwaran de ne. Em niha agahiyekî ji zarokên xwe nagirin.  Em naxwazin ku cenazeyên zarokên me di girtîgehan de derbikevin. Di mala me de çend girtî hene ez nizanim ku ez kîjan ji wan mereq bikim. Em dixwazin ku aşitiyek çêbibe. Keça min Tenzîle nexweşe û niha di çalakiyê de ye. Ji aşitiyekî, çareseriyekî di çalakiyê de ye. Em dixwazin ku ev zilm bisekine û daxwazên wan bên guhdarkirin. Bila êdî bes kezeba dayikan bişewite."    'BILA HER KURDEKE XWEDÎ WIJDAN RABE SER PIYAN'   Dayika Reşît Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtî Ayşe Îlhanê jî da zanîn ku kurê wê di hÛcreyê de tê girtin û got ku xwedî derketina daxwazên girtiyan erka herkesekiye û got: "Kurê min di girtîgeha Gumuşhane bû û ji wir sewqî girtîgeha Erziromê hate kirin. Ev mehek bêtire jî di yek hûcreyê de tê girtin. Ev çalakiyeke destpêkiriye heta niha jî ti agahî jê nastînin. Pismamê jî di girtîgehê de ye. Kureke min ê din jî di girtîgeha Şirnexê de tê girtin. Zarokên me tiştek nekiriye, em kürdin û em doza zimanê xwe û hebûna xwe dikin. Em naxwazin ku cenazeyên zarokên me di girtîgehan de derbikevin. Em dixwazin ku her kurdeke xwedî wijdan rabe ser piyan û xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Em pişt zarokên xwe ne û daxwazên wan daxwazên me ne."    'DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE'   Dayika girtiyê bi navê Celalettîn Demîr ê li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê Şîrîn Demîr jî bang li dayikên cîhanê kir ku rabin ser piyan û xwedî li girtiyan derbikevin û ev tişt got: "Roja dayikan bû lê em di vê rojê de xemgîn bûn. Zarokên me bi mehan in di çalakiyê de ne. Niha jî em ti agahî ji wan nagirin. Nexweş bin, birçî bin em nizanin. Em ji wan bêxeber in. Daxwazên wan daxwazên me ne. Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîteke giran de ye. Her çar perçeyên Kurdistanê şereke giran heye. Em aşitiyê dixwazin. Em dayik dilşewat in. Bila li her deverên cîhanê dayik rabin ser piyan dest bidin hev xwedî li van daxwazan derbikevin. Bila herkes rabe ser piyan. Bila ti kes mala xwe rehet nerûne. Bedena me ji derveye lê dilê me di girtîgehan de ye. Şev û roj em zarokên xwe difikirin. Zarokên me di bin tecrîtê de ne bila tevahiya dayik rabin ser piyan."    'HETA KU TECRÎT LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ NEBE DÊ ZAROKÊN ME VÊ REWŞÊ DE BIN'   Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê Celal Înedî jî yek ji girtiyên ku di çalakiyê de ye. Dayika wî Bedriye Înedî jî bertek nîşanî bêdengiya civakê da û ev tişt anî ziman: "Zarokên me di girtîgehan de di bin zilm û zordestiyê de ne. Ev nêzî 2 meh in me ti agahî ji wan nestandiye. Em dixwazin ku ev zilma li ser zarokên me rabe. Divê ku em dayik hemû dest bidin hev û liber deriyên girtigehan bisekinin.Heta ku tecrîta li Îmraliyê bi dawî nebe zarokên me jî dê vê rewşê de bin."   'HETA KU ENCAM BIGIRE EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN'   Dayik Hanim Babat jî banga hestiyariyê kir û got: "Banga me ji tevahiya mirovahiyê re, dewletên aşitîxwez re  ew e ku bikevin nava tevgerê û vê tecrîtê rakin xweşiyekî têxin nava cîhanê. Bila kurd piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Bila dayik destê xwe bidin hev da ku ev tecrîta li ser zindanan  bi dawî bibe. Em hatine vî emrê xwe heta niha em di bin bombardimanê de ne û me bi çavên xwe xweşî neditiye. Heta ku encam bigire em ê piştgiriyê bidin çalakiya girtîgehan."     MA / Zeynep Durgut