Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome 2024-05-14 20:48:52   ENQERE - Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 103’emîn de didome. Dayika Aştiye Fînce Akman, rêxistina jinan a DEM Partiyê ya Sakaryayê û rêxistina EMEP ya Mamakê çûn serdana Emîne Şenyaşar.   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 103’yan de didome. Dayika Aştiye Fînce Akman, rêxistina jinan a DEM Partiyê ya Sakaryayê û rêxistina EM P ya Mamakê çûn serdana Emîne Şenyaşar.   Li aliyê din jî  Sevînç Çakir ya ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatibû girtin jî ji Emîne Şenyaşar bi bandor bûbû û li ber wezareta dadê det bi çalakiya runiştinê kiribû û çalakiya wê jî di roja 26’emîn de berdewam kir.   Piştî nobetê Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar û dayika aştiyê Fînce Akman derbasî meclîsê bûn.