Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’ 2024-05-15 10:51:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Meclisê ji bo pêşniyarqanûna ku perwerdeya zimanê dayikê di qanûnan de bê misogerkirin û kurdî bibe zimanê dayikê, bi hinceta “li dijî destûra bingehîn e” negirt.    Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, di 15’ê sibatê de pêşniyarqanûnek da Serokatiya Meclisê û xwestibû ku perwerdeya bi zimanê dayikê di qanûnan de bê misogerkirin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.    Serokatiya Meclisê bi hinceta pêşniyarqanûn “li dijî destûra bingehîn e”, pêşniyarqanûn negirt. Serokatiya Meclisê got ku daxwaza hatiye kirin li dijî xala “Dewleta Tirkiyeyê bi welat û neteweya xwe yekpare ye ku nayê dabeşkirin. Zimanê wê tirkî ye” ya destûra bingehîn e. Serokatiya Meclisê bi vê hincetê jî got ku mimkin nîne ev pêşniyar qanûn ji hêla Buroya Piştgiriya Pêşniyaran a serokatiya Qanûn û Biryaran ve bê amadekirin.