Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike 2024-05-15 14:09:23   STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşamê dê bi boneya 6’emîn salvegera damezirandina xwe pîrozbahiyê li dar bixe.    Rojnameya Yenî Yaşamê bi boneya salvegera 6’emîn a damezirandina xwe dê bi navê “Yenî Yaşam di sala xwe ya 6’emîn de bi xwînêrên xwe re tê gel hev” pîrozbahiyê li dar bixe. Pîrozbahî dê di 2’yê hezîranê roja yekşemê saet di 19.00’an de li Navenda Kongre û Çandê ya Baglarbaşi ya Şaredariya Uskudarê ya Stenbolê bê lidarxistin.    Pîrozbahî dê ji hemû xwîneran re vekirî be û bêpere be. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Baran Bozyel û muzîkjen Kasim Taşdogan derkevin ser dikê.