Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn 2024-05-15 15:30:41 AMED - Derket holê ku Cîgirê Waliyê Amedê Abdullah Çîftçî dema qeyûmê Şaredariya Sûrê bû, ji qaseya şaredariyê ji bo qeymeqamtiyê malzemeyên ofîsê standiye.    Cîgirê Waliyê Amedê Abdullah Çîftçî dema li navçeya Sûrê ya Amedê qeymeqamtî dikir, weke qeyûm li şaredariyê hatibû tayînkirin. Derket holê ku Çîftçî bi hinceta ku bûdçeya qeymeqamtiyê têr nake, ji Şaredariya Sûrê ku qeyûmê wê bû, ji bo qeymeqamtiyê daxwaza şandina malzemeyên ofîsê kiriye.    Şaredariya Sûrê têkildarî lêçûnê ev agahî parve kir: “Abdullah Çîftçî ku di sala 2021’an de hem Qeymeqamê Sûrê bû hem jî qeyûm bû, bi hinceta ku bûdçeya qeymeqamtiyê têr nake, ji bo Midûriyeta Darayî ya Qeymeqamtiya Sûrê bi awayekî nivîskî ji Şaredariya Sûrê ku qeyûmê wê bû daxwaz kir ku malzemeyên ofîsê bên kirîn. Heman kes îcar li kursiya şaredariyê rûnişt û ji bo pêşwazîkirina vê daxwazê, di sala 2021’ê de bi biryara encumenan bi bihayê 470 hezar TL’an malzemeyên ofîsê ji bo Qeymeqamtiya Sûrê da kirîn.”