Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da 2024-05-15 15:39:29   AMED - Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” de îfade da.    Bi hinceta axaftinên beriya hilbijartinên 31’ê Adarê, derheqê Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû vekirin û Konak îfade da. Konak, li gel Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan û gelek partiyiyan çû edliyeyê. Parêzerê Konak, Kenan Çetîn piştî îfadeyê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da û got ku lêpirsîn ji ber axaftinên di dema xebatên hilbijartinê de hatiye vekirin.    Çetîn, anî ziman ku di îfadeyê de pirsên têkildarî gotinên “Dêrsim Kurdistan e, Kurdistan Dêrsim e”, “Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sakîne Cansiz” û “Me nifteya çiyayan winda kir” hatine pirsîn. Çetîn, diyar kir ku lêpirsîn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin û got: “Me jî got ev nabe sûcê propagandaya rêxistinê û me daxwaza biryara neşopandinê kir. Me got ku di heman dozan de biryarên beraetê hene. Biryareke binçavkirinê yan jî kontrola edlî tune ye.”    Konak jî spasiya her kesên pêvajoyê dişopînin kir.