‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn 2024-05-15 15:44:47   ENQERE - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bibersivîne têkildarî tirkkirina navên jîngehên li Efrînê û qedexekirina kurdî pêşniyazpirseke kurdî pêşkeşî Meclisê kir.    Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çîçek, di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de pêşniyazpirseke kurdî pêşkeşî Meclisê kir.    Çîçek, di pêşniyazpirsê de bi bîr xist ku Tirkiyeyê, di çileya 2018’an de li herêma Efrînê ya ku li bakurê rojavayê Helebê ye û piraniya wê kurd in, operasyona Çiqilê Zeytûnê dabû destpêkirin û wiha got: “Di vê operasyonê de û piştî vê operasyonê ku du ji ‘operasyonên bejayî’ yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, ji aliyê hêzên tirk û çeteyên cîhadîst ên ku Tirkiye piştgiriyê didin wan, sûcên giran ên li dijî mirovahiyê ku tê de windakirinên bi darê zorê, îşkence, binçavkirinên keyfî, destavêtin, talankirin û kuştinên derveyî hiqûqî hene, hate kirin. Binpêkirinên giran ên mafên mirovan di serî de Neteweyên Yekbûyî ji aliyê rêxistinên çavdêriya navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên lêkolînê hatine belgekirin.”   Di berdewama pêşniyazpirsê de wiha got: “Her wiha endazyariya demografiyê ji bo kêmkirina rêjeya niştecihên kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Efrînê hate kirin û bi sed hezaran kurdên li ser sînor ji cih û warên xwe koçber bûn û li şûna wan gelê ereb hatin bicihkirin. Li Efrînê ya ku tê xwestin ji gelê wê yê niştecihên wê derê û ji dîroka wê were dûrxistin, bi armanca mayîndekirina planên dagirkerî û îlhakê, polîtîkayên asîmîlasyonê hatine destpêkirin. Li ser gelê Efrînê pêkanînên wekî mufredat û zimanê perwerdehiyê bibe tirkî û pê re jî kurdî were qedexekirin, hatiye kirin.    Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di 29’ê sibata 2024’an de bi navê ‘Her tişt bi ferzkirina çekê tê kirin: Li Bakurê Sûriyeyê ya ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye binpêkirinên mafan û necezakirin’ raporek amade kiriye û di raporê de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên ku dewleta tirk kirine û ragihandiye ku 1,4 milyon kesên ku li herêmê dijîn jiyana xwe di nav bêhiqûqtî û tunebûna ewlehiyê de didomînin. Li Efrînê ya ku di nav dîrokê de wekî ‘Çiyayê Kurmênc’ tê zanîn, nifûsa wê ji sedî 80-90 kurd e. Kurd hezar sal in li Efrînê dijîn lê di raya giştî de koçberkirina kurdan a ji herêmê, paqijkirina Efrînê ya ji kurdan, guherandina avadaniya demografîk, Tirkîkirina navê gund, cih, war, dibistan, qad û cihên dîrokî, vekirina dibistanên bi tirkî û qedexekirina kurdî hatiye rojevê û ev tişt di rapora ku qala wê hatiye kirin de jî sernavên girîng in.    Di çarçoveya siyaseta ku navê cih û warên li Efrînê kirine tirkî de, navê Gundê Kûtana kirine Selçûk Obası; navê Gundê Qestelê Mixdad kirine Zafer Obasi; navê Xelîloko kirine Halilak Obasi; navê Bûke kirine Bak Obasi (Bak Ûbasi); navê Gundê Maimala kirine Mamal Uşagi; navê Gundê Şiketka kirine Maghar Jug; navê Gundê Kurzilê Çê kirine Cafer Obasi; navê Gundê Çaqmaqê Mezin kirine Büyük Çakmak; navê Qada Azadîyê kirine Qada Ataturk; navê Xaçerêya Watanî kirine Xaçerêya Tayyip Erdoğan; navê Xaçerêka Newrozê kirine Xaçerêya Salah El Din; navê Xaçerêya Kawayê Hesinkar jî kirine Xaçe rêya Çiqilê Zeytûnê.   Çîçek bi daxwaza ku Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan bi bersivîne ev pirs pirsîn:   “1- Çima Wezaretê derbarê guhertina demografîyê ya li Efrînê, ku ji aliyê saziyên navdewletî ve jî hatiye tomarkirin, tu lêkolîn nekiriye û daxuyaniyek nedaye raya giştî?   2- Gelo haya we ji guherandina navên ji bo tirkî yên navên gund û wargeh, dibistan, meydan û cihên dîrokî yên Efrînê heye û gelo we ev tişt erê kiriye? Heke ne wisa be, ev tişt ji aliyê kê ve hatiye kirin?    3- Li Efrînê zimanê perwerdeyê çi ye? Ji Tirkiyeyê çend mamoste hatine tayînkirin? Kê mufredata perwerdeyê ya ku li dibistanan tê sepandin, amade kir?   4- Ji Tirkiyê heta niha çend personelên giştî ji bo Efrînê hatine tayinkirin û peywira wan çi ne?   5- Ji sala 2018’an vir ve kîjan netewe li herêmê hatine bicihkirin û nifûsa wan niha li Efrînê çend e?   6- Li Efrînê ya ku bajarekî ne di nav sînorên Tirkiyeyê de ye, dema Tirkiye bi salane dixwaze di warê leşkerî, civakî û siyasî de de tev li nav wê bibe, gelo ev ne tevgereke dagirkeriyê ye?    7- Hatiye diyarkirin ku beriya sala 2018’an 35 hezar kurdên êzîdî li Efrînê dijiyan lê îro tenê hezar kurdên êzîdî mane. Li Efrînê nêzîkî 34 hezar kurdên êzidî ji aliyê kê ve koçberî ku derê hatine kirin?”