'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome' 2024-05-15 22:26:16   AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Amedê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de axivî, anî ziman ku têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê didome. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî plaketa ku wergirt diyarî jinên girtî yên li dijî tecrîdê li ber xwe didin kir.    Li ÇandAmedê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Li hêwana çalakiya ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê, DEM Partî, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Kovara Destarê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Wêjekarên Kurd û HDP'ê ve hat lidarxistin, pankarta "Her dem kurdî her der kurdî" hat daliqandin. Beriya bernameyê zarokên derketin ser dikê strana "Keleşo" û "Zimanê Kurdî" gotin. Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî beşdarî çalakiyê bûn.   Bername bi şanoya yekkesî "Bedir-xan" ku ji aliyê Omer Şahîn ve hat pêşandan û behsa jiyana Mîr Celadet Alî Bedirxan dike dest pê kir.    Paşê Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatêxan Taşli Tûnç axivî. Taşlitûnçê got: "Bila kes ji zimanê xwe fedî neke û biaxive."    Paşê ji ber di siyasetê de bi kurdî diaxive plaket diyarî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahit Kirkazak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçarê hat kirin. Ji ber ku Kirkazak nexweş bû û beşdarî çalakiyê nebû, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ji bo dayina plaketê dawet ser dikê hat kirin. Bakirhan di dema dayina plaketê de got ku îro rojeke dîrokî ye. Bakirhan bilêv kir ku Celadet Alî Bedirxan ji bo kurdî bedêlên giran daye, lê paş de gav neavêtiye û got ku têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê didome.   Bakirhan piştî axaftinê li ser navê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahit Kirkazak plaketê da Hevseroka DEM Partiyê Pinar Sakik Tekînê.    Paşê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo plaketê dawetî ser dikê hat kirin. Ûçarê jî plaketa xwe axivî. Ûçarê jî plaketa xwe diyarî jinên girtî yên li dijî tecrîdê li ber xwe didin kir.    Pışti plaketan dengbêj derketin ser dike. Bername piştî kilamên dengbêjan bi dawî bû.